Şehîd Xebat li Tebqayê spartin axê
Şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Şêx (Xebat) ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Tebqayê spartin axê.
Şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Şêx (Xebat) ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Tebqayê spartin axê.
Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îbrahîm El-Şêx (Xebat) 28‘ê Cotmehê di Berxwedana Rûmetê de li gundewarê navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.
Bi sedan şêniyên herêma Tebqayê cenaze ji nexweşxaneya Wetanî wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan hevseroka meclîsê Emîne Ebdulrezaq û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê hevserokê Komîteya Aborî Ehmed Silman axivîn.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi saya keda şehîdan pêkhateyên herêmê di ava aramiyê de dijîn û bi yekrêzî piştgiriyê didin QSD‘ê.
Her wiha hate gotin ku bûyerên li herêmê rû didin li ser eniya pergalên zordest û dîrokê de lekeya şermê ye.
Kesên axivîn, soza şopandina rêya şehîdan dan û banga yekitiyê li pêkhateyên herêmê kirin.
Fermendarê Hêzên Sûriye Demokratîk Omîd Gabar soza tolhildanê ji şehîdan re da û rola mezin a Hêzên Sûriye Demokratîk di tunekirian El-Bexdadî de bibîr xist.
Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîdbûa şehîd ji hêla endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Reşa El-Taha ve hate xwendin û radestî malbata şehîd kir.
Piştre jî cenazeyê şehîd di nav berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.