Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo cejna Qurbanê ya 'bê qurbanî' pîroz kir

Di 24 saetên dawî de 75 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin

QSD‘ê ragihand ku di 24 saetên dawî ya Berxwedana Rûmetê de, 75 çete û leşkerên dagirker hatin kuştin, bi kêmanî 20 çete brîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamê 24 saetên dawî yên êrîşên dagirker û çalakiyên di çarçoveya erka xweparastinê de dane eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me di çarçoveya rêkeftina di navbera aliyên pêwendîdar de xwe ji herêmên pêwîst vekişand û di encam de hêzên parastina sînor a hikûmeta Sûrî di van herêman de hatin bi cihkirin. Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve, ruxmê rêkeftin û vekişandina hêzên me jî, li van herêmên bi hemû hêza xwe, bi çekên giran û bi hêza hewayî êrîşên xwe yên li ser çeperên leşkerên hikûmeta Sûrî û van gundan bi awayekî tund didomîne. Hêzên me bi armanca parastina sînor, van gundan û leşkerên hikûmeta Sûrî, di gelek herêman de bersiva êrîşan didin.

DIRBÊSIYÊ

Artêşa dagirker êrîşên xwe yên li ser hemê domand û bi topan êrîş bir ser herêmên sîvîl. Dîsa komên çete bi tang, BMP û çekên giran êrîş birin ser gundê Eyn El-Hewa. Di encama bersivdana hêzên me de herî kêm 60 çete hatin kuştin û 20 çete brîndar bûn. Di êrîşên artêşa dagirker de hejmarek leşkerên parastina sînor yên Sûriyê mirin û hejmarek jî dîl ketin destê artêşa dagirker.

TIL TEMIR Û SERÊKANIYÊ

Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve bi tang û topan êrîş birin ser çeperên hêzên me yên li gundê Erîşa, Salihiyê û Ebd el-Selam. Hêzên me di çarçoveya parastian rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de wesayîtek doçkabarkirî rûxandin. Her wiha hejmarek ji çeteyan hatin kuştin û brîndarkirin.

GIRÊ SPÎ Û EYN ÎSA

Li gundên Qizalî, Gor Kîha û Evdikê hêzên me bersiv dan êrîşên komên çete û li herêmê şer qewimî. Di encama şerê giran de herî kêm 15 çeteyên dagirker hatin kuştin û gelek ji wan brîndar bûn.

Di şerê roja 21’emîn de bi giştî 75 çete û leşkerên dagirker hatin kuştin, bi kêmanî 20 çete brîndar bûn.

Di vê berxwedanê de hevalek me bi lehengî şer kir û şehîd ket, 6 hevalên me brîndar bûn.

Her wiha di van êrîşan de hejmarek leşkerên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û hejmarek ji wan jî dîl ketin destê artêşa dagirker."