Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet veşartin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyên 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik, bi merasîmeke heybet veşartin.

Şêniyan cenazeyên şehîd Mihemed Sofî (Rohat Tilkoçer), Emran Elî (Dêrisim Botan), Heyder El-Cedû (Keder Berxwedan), Mehmûd Ehmed (Berxwedan), Hemdallah Arak (Masîro), Emîr Rindî (Ronî), Fehmî Şînkir (Derwîş) û Endamê Rêxistina Free Burma Rangers Saw Sang ku li bejahiya Til Temir şehîd bûbû, ji Nexweşxanya Şehîd Hogir wergirtin û bi karawnekê ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

‘ARMANC TINEKIRINA DERFETÊN BI XWÎNA ŞEHÎDAN HATINE BIDESTXISTINE’

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Piştre Endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Aldar di axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê da. Her wiha got, mehek di ser êrîşa hovane ya hêzên dagirker ên li dijî mirovahiyê ya li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bû û wiha domand: "Hêzên dagirker ji bo êrîşî herêmên bikin, li hev kirin. Armanca wan, deskeftî û serkeftiyên ku bi saya têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibin."

Aldar Xelîl di berdewama gotina xwe de got: "Berxwedana gel, hêzên me û şopandina rêya şehîdan, gelê kurdistanî yên li tevahî cîhanê xiste tevgerê. Lewre ji bo ku êrÎşî me bikin li hev kirin û agirbest ragihandin. Lê êrÎşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heta van kêliyan nehatine rawestandin. Armanc ji biryara agirbestê zexta ji gelê wan ve tê, kêm bibe û şaştiyên ku li dijî gelên herêmê pêk anîne, were veşartin."

‘ŞERÊ ME ŞERÊ PARASTINA REWA YE’

Aldar Xelîl behsa destkefiyên ku bi saya têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin, kir û ev tişt bi lêv kir: "Ji bo em parastina destkefiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxsitin bikin, me nîqaşên derbarê dewleta Tirk a dagirker, parastina gelên herêmê û çareseriya siyasî kirine. Em şer naxwazin. Me şerê kesî nekiriye. Şerê me di çarçoveya mafê parastina rewa de ye."

Di dawiyê de Aldar Xelîl destnîşan kir ku lihevkirinên Rûsya û Şamê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, heger Rûsya di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ji bo aloziya Sûriyê û aloziya gelê Kurd bidawî bibe, wê hemû gel û pêkhate di nava Sûriyeyeke azad û demokratîk de mafên xwe bi dest bixin.

Piştre serokê Rêxistina Free Burma Rangers David Upac axivî û spasiya tevahî gelên ku di nava salên şer de zehmetî dîtin û êş kişandine kir û her wiha xemgiya xwe ji ber îxaneta Amerîka ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û ji tevahî şehîdan re diyar kir.

‘GELÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYE SEMBOLA AZADIYÊ NE’

Upac bi domdarî got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sembola azadiyê ne. Ji ber wê em wek Rêxistina Free Burma Rangers tevî endamên me kêm in jî, lê tu carî teslîm nabin û em ê erka xwe hemû li hember birîndaran pêk bînin."

Di dawiya meerasîmê de nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Malbatên şehîdan jî soz da ku heta serkeftinan şopdarên rêya şehîdên xwe ne.

Cenazeyê endamê Free Burma Rangers Saw Sang vegerand Nexweşxaneya Şehîd Hogir da ku di demeke nêz de rêbikin welatê wî.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdan di nava tilîlî û dirûşmeyan de hatin veşartin.