QSD: Êriş didomin, herî kêm 20 dagirker hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomin û di encama bersiva şervanên wan de herî kêm 20 dagirker hatin kuştin. Di şer û bombardûmanê de 15 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê encama êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê û berxwedan roja 29'an a li dijî dagirkeriyê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hêza xwe ya teknîkî, ji behaî û hewayî ve êrişên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên wan jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin êrişan.

Li gorî daxuyaniyê encama êrişên dagirkeran û berxwedana QSD'ê wiha ye:

TIL TEMIR

"Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran, tang û balafirên bê mirov êriş birin ser gundên Tewîl, Dibsa, Menacîr û Um El Kêf. Di encama bersivdayîna hêzên me de şerekî dijwar rû da, bi giştî 9 çeteyên artêşa dagirker a Tirk hatin kuştin.

EBÛ RASÊN

Artêşa dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên Bab El Ferec, Til Mihemed, Dawidiyê, Xişmê û Zirgan domandin.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li derdora gundên Berberîyê, Şergiradê û El Nasiriyê bi çekên giran, tang û balafiran Êrişên xwe domandin.

Di encama bersivdana hêzên me de 11 çete û leşkerên dagirker hatin kuştin, 6 birîndar bûn û çekêk AK-47 hat desteser kirin. Herwiha Êriş hatin şikandin.

Bi giştî di encama bersivdayîna hêzên me û şerên ku qewimîn de 20 çete û leşker hatin kuştin, 6 ji wan birîndar bûn, çekek AK-47 hat desteserkirin û tangek hat derb kirin.

Di berxwedana şervanên me de 15 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn û 13 hevalên me jî birîndar bûn."