Ji bo 8 şervanan merasîm: Roj roja rûmetê ye!

Ji bo 8 şervanên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, merasîmek hate kirin. Malbatên di merasîmê de axivîn gotin: “Roj roja rûmetê ye; em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo 8 şervanên li Serêkaniyê di Berxwedana Rûmetê de, li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe dan şehîd bûne, lidar xist.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan beşdarî merasîma şehîdên Berxwedana Rûmetê bûn.

Navên şehîdên QSD`ê wiha ne:Îbrahîm Zekeriya(Ehemed Zîb), Mihemed Xelef (Lewend Qamişlo), Mihemed Mesûd (Koran Qamişlo), Dilbirîn Hesen (Cegerxwîn), Azad Elî (Baz Qamişlo), Mihemed Mihemed (Akif) û şervanê Erka Xweparastinê Şivan Îbrahîm (Tekoşer Qamişlo).

Her wiha nasnameya gerilayê Tevgera Azadiya Kurdistan Îsa Hisên (Cekdar Qamişlo)ku li herêma Heftenînê li Çiyayê Kurdistanê, li dijî artêşa Tirk şer kir û şehîd bû, di merasîmê de hate ragihandin.

Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, oldar, şandeyên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê cihê xwe di merasîmê de girtin.

Bi tilîliyên dayikan re şêniyan bi yek dengî berxwedana şervanên QSD`ê di çeperên şer de silav kirin.

Xalê şehîd Îbarhîm Zekeriya Hewas Miflih axivî û got: “Me li dijî DAÎŞ`iyên ji 80 dewletan hatibûn, şer kir û bi saya şehîdan me xaka Sûriyê rizgar kir.

Miflih got, Erdogan îdîa dike ku QSD`ê terorîst in, lê belê QSD`ê zarokên Bakurê Sûriyê û pêkhateyên vî welatî ne, bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe yek biryar bûn, gelo ew terorîst in heyî terorîst?

Hewas Miflih wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji beriya 9 salan ve em parastina xaka xwe dikin û li dijî tu kesî şer nekiriye, we ji 80 dewletan DAÎŞ kom kirin û êrîşî me kir, lê belê me li dijî wan şer kir û xaka Bakurê Sûriyê rizgar kir, gelo em terorîst in?Ji bo jiyaneke azad, bi rûmet û li ser esasê felsefeya Ocalan a ku siyaseta Erdogan tevlihev kir, bijîn canê xwe feda kir.

Her şervana YPJ`ê Rûken Îbrahîm û meta şehîd Şivan Îbarahîm got: “Îro roja şeref û rûmetê ye, kesê xwedî wîjdan wê bi vê berxwedanê bi ser bikeve.”

Di dawiya merasmê de, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rêvîn Şêxmûs nasnameya şehîdan xwendin û rasdestî malbatan kirin.

Paşê şênî herikîn konê sersaxiyê ku li goristanê hatiye vegiritin.