Şervanên QSD'ê: Em naxwazin dagirker li xaka me bin

Şervanên QSD'ê yên li eniya Eyn Îsayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin gotin, "Li dijî dagirkeran em ê ji mafê xwe yê parastina rewa tawîzê nedin."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li dijî êrîşên li eniya Eyn Îsayê ku bi rengekî bênavber tên kirin, şervanên QSD'ê li ser bingeha parastina rewa de li ber xwe didin. Şervanên QSD'ê destnîşan dikin ku wê heta dawiyê xaka xwe biparêzin.

Şervanê QSD'ê Nîmîr Reqa ku ji hêza Reqayê ye anî ziman ku ew xaka xwe diparêzin û got, "Em di çarçoveya stratejiya hatiye destnîşankirin û mafê parastina rewa de tevdigerin. Wan êrîşî gundê Bîr Îsa kirin, me jî bersiv dan êrîşê û gund ji wan paqij kirin. Em xaka xwe diparêzin û em ê ji vê yekê ti carî tawîzê nedin."

Şervanê QSD'ê Bahoz Kobanê destnîşan kir ku ew tevî Kurd, Ereb, Suryan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin û got, "Heta ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bidomin wê berxwedana me jî bidome. Em ê wan ji xaka xwe derxînin. Ji xwe êrîşên wan hemû ji bo tinekirina gelê Kurd e, ji bo qetilkirinê ye. Hêzeke me ya gelekî xurt li vê deverê heye. Em hemû êrîşên wan, ku balafirên şer jî bi kar tînin, têk dibin. Her ku ew êrîş dikin em dikin ku ew derbên giran bixwin. Heta ku dagirkeran ji xaka xwe derxînin em ê li ber xwe bidin."

Şervanê QSD'ê Delhat jî destnîşan kir ku ew ê êrîşên li dijî xaka xwe qebûl nekin û got, "Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo gundan û rêya navneteweyî dagir bikin êrîş dikin. Me jî bersiv dan êrîşên wan. Me gund ji wan paqij kirin. Em ê nehêlin ku xaka me dagir bikin."