Mamosteyên Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Mamosteyên Efrînê yên li herêma Şehbayê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Rojava şermezar kirin.

Mamosteyên Efrînê yên ku ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk koçberî herêma Şehbayê bûne, helwesta xwe li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk diyar kirin.

Di destpêkê de mamoste Perwîn Silêman axivî û got; “Wekî ku tê zanîn dewleta Tirk dema êrîşî Efrînê kir, berê êrîşî cih û warên sivîl û zarokan kir. Hemû pêkhateyên li herêmê bûn hedefa wan. Di heman demê de êrîşî saziyên ziman kirin û ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk naxwaze gelê Kurd bi pêş bikeve û hebûna xwe îspat bike. Em mamoste, em ê li hemberî vî tiştî bisekinin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Mamoste Rukên Hisên jî diyar kir ku wan nedikarî karên xwe li nava Efrînê bikin û got ku “Dewleta Tirk Efrîn dagir kir û êrîşî nirxên mirovan dike. Bi dagirkeriyê hewl didin demografiya Efrînê biguherînin lê heta civaka navneteweyî bêdeng e. Dewleta Tirk sûdê ji vê bêdengiya wan werdigire û hewld dide hemû xakên Sûriyeyê dagir bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn û bi çekên kîmyewî yên qedexe êrîşan dike. Hemû dinya jî piştgiriyê didin dewleta Tirk a dagirker. Em van êrîşan şermezar dikin.”

Di dawiyê de mamoste Valantîne Welo jî axivî û got “Em mamosteyên Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk berê êrîşî Efrînê kir û piştre jî êrîşî hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bila tevî gelê me li hemberî van êrîşên hovane bisekinin.”