'Em dixwazin êrîşên li dijî Rojava ji dinyayê re ragihînin'

Endamên saziya tenduristiyê ya sivîl Dewriyeyên Bûrma ya Azad (Free Bûrma Rangers) ku bûn hedefa êrîş û bombardûmana dewleta Tirk û çeteyên wê, gotin ku ew dixwazin êrîşên li dijî Rojava tên kirin ji dinyayê re ragihînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên xwe de yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîlan, saziyan dikin hedef. Li herêma Til Temirê di bombardûmana dewleta Tirk de ya li dijî saziya tenduristiyê ya sivîl a navneteweyî Free Bûrma Rangersê hate kirin, endamê Free Bûrma Rangersê Doktor Zaû Seng jiyana xwe ji dest dabû û koordînatorê Free Bûrma Rangersê Mihemed jî birîndar bû.

Endamê Free Bûrma Rangersê Davîd Eûbank diyar kir, ku saziya wan 26 sal in kar dike û got, "Ji sala 2015'an ve tîmên me li Iraq, Îran û Sûriyeyê kar dikin. Em ji bo alîkariyê li Sûriyeyê ne. Em ji gel hez dikin û dixwazin bi wan re bibin alîkar. Em dixwazin rewşa li vê deverê, êrîşên ku tên kirin ji dinyayê re ragihînin. Êrîşên li dijî herêmê ji aliyê dewleta Tirk û komên OSO ve tên kirin.

Ji ber êrîşa li dijî herêmê 300 hezar kes ji warê xwe bûn. Xaniyên gel hilweşiyan. Min bi çavên xwe dît ku sivîl hatin kuştin. Êrîş bênavber didomin. Li vê herêmê dagirkerî, komkujî û qirkirin heye. Sivîl dema li herêmê bimînin tên kuştin. Ji ber vê yekê gel neçar dimîne ku koç bike. Li herêmê sûcên bi vî rengî tên kirin. Dewleta Tirk bi armanca dagirkeriyê ketiye herêmê û ev yek jî sûcekî mezine."

'PARASTINA GEL JI PARASTINA PETROLÊ GIRÎNGTIRE'

Her wiha destnîşan kir ku hêzên QSD'ê ti carî êrîşî dewleta Tirk nekiriye û got, "Ez yekî Emerîkî me. DYE'yê biryara vekişînê wergirt û herêm hişt. Ev yek xiyaneteke mezine. Ev yek ji şaşitiyên herî mezin ên dîroka DYE'yê ye. Nayê bîra min ku DYE'yê beriya niha xiyanetê bi vî rengî kiriye. Dixwazim destnîşan bikim ku Trump tiştekî pir şaş kir. Ji ber van kiryaran em li nava gelê herêmê derewîn tên dîtin. Ya rast me xiyanet li xwe kir. Dijminên me me lawaz dibînin. Parastina gel ji parastina petrolê girîngtire.

Dema ku bûyerên li vê deverê min dîtine û yên şerê li deverên din tîm beramberî hev, dibînim ku li vê deverê dîktatoriyek heye. Li Bûrmayê jî şêweyeke rêveberiyê ya dîktatoriyê heye. Li Bûrmayê jî êrîş li gel tê kirin, lê belê welatekî endamê NATO'yê nîne. Li Iraqê min şerê li dijî DAÎŞ'ê jî dît. Fîşek li gel direşandin. Hin hevalên me hatin kuştin, ez çar caran birîndar bûm. Li Iraq û Sûriyeyê di nava têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bûm. Lê belê ev herêm cuda ye. Li vê herêmê civakeke azad û azadiya jinê heye. Jiyaneke bi hev re ya herêmî heye.

'DIVÊ DEWLETA TIRK VEKIŞE NAVA SÎNORÊN XWE'

Sozên ji bo herêmê hatin dan ji aliyê welatekî endamê NATO'yê ve hatin têkbirin. Di dîrokê de tiştekî bi vî rengî nebûye. Divê dewleta Tirk vekişe nava sînorên xwe. Divê DYE vegere û sînor biparêze. Rûsya, rejîm û hêzên navneteweyî yên li herêmê divê der barê mijarê helwest û biryareke xwe hebin. Divê nêrîna pêkhateyan hemûyan hebe. Her kes dixwaze vegere malên xwe, hêvî dikim wê gel li malên xwe vegere. Em bi daxwaz hatin û ji bo gel li herêmê ne. Em ê li herêmê bimînin."

'NE HERÊMA EWLE YE, HERÊMA MIRINÊ YE'

Rêveberê Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Free Bûrma Rangersê Dilşad Adîl diyar kir ku beriya niha ew li Mûsil û herêma Baxozê tevlî têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bûn û got, "Em bi giranî li herêmên şer kar dikin. Piştî ku dewleta Tirk êrîşî Rojava kir em hatin vê herêmê. Dema ku em hatin êrîşeke giran li dijî herêmê hebû. Dewleta Tirk êrîşî saziyên li herêmê hemûyan dike. Ne tenê êrîşî hêzên leşkerî dike, her wiha êrîşî sivîlan jî dike.

Ji ber êrîşa droneyên dewleta Tirk hevalekî me şehîd bû û 2 hevalên me jî birîndar bûn. Êrîşên bi vî rengî wê li pêşiya karê me nebin asteng. Divê dinya van êrîşên li dijî herêmê rawestîne. Li herêmê gelek sivîl hatin kuştin. Jê re 'herêma ewle' dibêjin, lê belê ev herêm herêmeke mirinê ye.

Komên 'Artêşa Azad' ên ser bi dewleta Tirk bi navê DAÎŞ'ê tevdigerin. Sivîlan dikujin. Neteweyên Yekbûyî divê vî şerî rawestîne. Li dijî tîma me jî êrîş hatin kirin. Di êrîşan de gaza kîmyewî hate bikaranîn. Di dema êrîşê de bêhn li hevalên me çikiya. Dem di dem bêhna wan diçiya. Madeya kîmyewî ya hate bikaranîn gelekî metirsîdar bû."