ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Girê Spî hêzên dagirker hatin protestokirin
Xelkê Girê Spî kuştina ciwanê bi navê Emmmer El Hecî ku beriya rojekê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû kuştin protesto kirin. Li aliyê din hate ragihandin ku divê demildest çete ji bajêr derbikevin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Tebqa bi merasîmekê veşartin
Cenazeyê du şervanên Meclîsa Leşkerî ya Tebqa yên ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, li Tebqayê bi merasîmekê veşartin. -
QSD’ê têkildarî şer û berxwedana 2019’an daxuyaniyek da
QSD’ê bîlançoya şer û berxwedanê ya sala 2019’an daxuyaniyek da. QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê windahiyên mezin dan. -
Xelîl: Hêza me ya leşkerî û rêxistinî wê xurtir bibe
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku di sala 2020'î de wê hêza wan a leşkerî, parastin û rêxistinî xurtir bibe û ji bo serketinê û pêkanîna projeya xwe hîn bi biryar tevbigerin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê Eyn Îsa bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Îstîrahet Seqir û Xalidyê yên Eyn Îsayê bi dijwarî dan ber topan. -
Di teqîna li Şehbayê de du welatiyên Efrînî şehîd bûn
Li gundê Babnis ê navçeyta Ehdas a Şehbayê Kanîwar Hisê Elûş û Semîr Menan Elûş ên xizmên hev dema dar kom dikir di encama teqîna mayînê de şehîd bûn. -
Dagirkeran bombeya gazê avêtin gelê Kobanê
Leşkerên Tirk ên dagirker ku tevî leşkerên Rûs li Kobanê li dewriyeyê geriyan, bi gaza îsotê êriş birin ser gel. -
TEV-DEM: Berxwedan rêya yekane ye li dijî dewleta Tirk
TEV-DEM'ê ragihand ku dewleta Tirk sûcê şer û qirkirinê kiriye û destnîşan kir, ji bilî berxwedanê çareyeke din nîne. TEV-DEM'ê bang li raya giştî ya navneteweyî û rejîma Sûriyeyê kir. -
Şêniyên Girê Spî li dijî çeteyên Tirk çalakî kirin
Li Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ji bo komên çete ji nava bajêr derkevin çalakiya şermezarkirinê pêk hat. -
HRE'yê li Şêrawayê çalakiya sabotajê kir: 2 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku li gundekî ser bi navçeya Şêrawayê ya Efrînê di çalakiyeke sabotajê de 2 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. -
Gelê Kobanê kevir li dagirkeran barand
Polîsên leşkerî yên Rûs û leşkerên Tirk ên dagirker li rojavayê Kobanê bi rengekî hevpar li dewriyeyê geriyan. Gelê Kobanê kevir li dagirkeran barand. -
Xelîl: Têkoşîna me wê di sala 2020'î de bênavber dewam bike
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bûyerên di sala 2019'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qewimîn nirxand û got, "Berxwedan û têkoşîna me wê di sala 2020'î de jî bênavber dewam bike." -
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî 20 sivîl revandin
Leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wê li gundên Salhiye û Zêdî yên navçeya Silûk ya Girê Spî bi ser malan de girtin û herî kêm 20 sivîl revandin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Şerayê dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike. -
Gelê Silûkê li dijî dagirkeran daket qadan
Şêniyên navçeya Silûkê ya Girê Spî li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê daketin qadan. -
Li Dêra Zorê teqîn: 3 zarok û jinek mirin
Li bajarokê Ebû Hemam yê ku dikeve rojavayê Dêra Zorê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk hat. Di teqînê de 3 jê zarok 4 kes mirin. -
HRE: Di çalakiyên sabotajê de 7 çete birîndar bûn
Hêzên Rizgariya Efrinê (HRE) ragihand ku di çalakiyên sabotajê yên hêzên wan de 7 çete birîndar bûne. -
Dagirkeran êrîş bire ser gundên Til Temirê
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş birin ser gund Um El Xêr a Til Temirê. -
PYD bi rewşenbîr û rûspiyên Ereban re civiya
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen ê bi rewşenbîr û rûstpiyên Ereb re civiya, diyar kir ku divê her diyalogek MSD û Rêveberiya Xweser pêk bê. -
Dewleta Tirk gundên Efrînê bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gundên navçeyên Şêrawa û Şerayê yên Efrînê bombe kir. -
QSD’ê hucreyeke veşartî ya DAÎŞ’ê girt
Tîmên Operasyona Taybet yên QSD’ê di encama operasyoneke taybet de hucreyeke veşarî ya DAÎŞ’ê girt, vê hucreyê xwe hazir dikir sersalê êrîşê bîne. -
‘Rojava hunera berxwedanê ye’
Helbestkarê ji Nîjeryayê Hawad diyar kir ku gelê Kurd û gelê Tûareg ê Berberî dişibin hev. Helbestkar Anasatassîa Polîtî jî ji bo Rojava helbestek nivîsand. -
Fermandarên YPJ'ê: Em xwe ji bo demeke nû ya têkoşînê amade dikin
Fermanarên YPJ’ê Rojda Şiyar û Solîn Kobanê derbarê têkoşîna YPJ’ê ya sala 2019’an axivîn û gotin, ew di sala nû de xwe ji bo demeke nû ya têkoşînê amade dikin. -
Atta: Ji Erdogan tê ku careke din çeka kîmyewî bi kar bîne
Lêkolîner Ahmet Atta diyar kir ku bi fermana Erdogan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeka kîmyewî hate bikaranîn û got, "Erdogan pland ike ku çeteyên xwe derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Jê tê ku careke din çeka kîmyewî bi kar bîne." -
Hêviya çareseriyê ya ji bo Sûriyeyê ji sala bê re ma
Bûyerên siyasî, leşkerî û dîplomatîk ên di sala 2019'an de li Sûriyeyê qewimîn, berfirehbûna destwerdana hêzên navneteweyî û herêmî û israra rejîmê ya di sîstema berê de nîşan didin, ku çareseriya siyasî hîn dûr e.