Gelê Kobanê kevir li dagirkeran barand

Polîsên leşkerî yên Rûs û leşkerên Tirk ên dagirker li rojavayê Kobanê bi rengekî hevpar li dewriyeyê geriyan. Gelê Kobanê kevir li dagirkeran barand.

Dewriyeya hevpar li gundê Aşmê yê li rojavayê Kobanê pêk hat. Dewriyeya hevpar a bi dewleta Tirk a dagirker re hate kirin, li herêma Çariqli ya Jorîn, Cibnê, Beyadî, Zormixar, Qeran, Dîmedaş, Sêlim Boban, Sifteka Jêrîn û nuqteya kontrolê ya Hêzên Ewlekariyê ya Navxweyî pêk hat.

Dema ku dewriye li gundê Çariqlî derbas bû, gundiyan kevir li panzerên dewleta Tirk barandin. Piştî ku dewriyeya Rûs-Tirk bi dawî bû, leşkerên Tirk wê di ser gundê Aşmê derbasî sînorê xwe bibin.

Şêniyên Kobanê di 12'ê Mijdarê de konvoya hevpar a dewleta Tirk a dagirker û leşkerên Rûs şermezar kirin, lê belê ji ber êrişa leşkerên dewleta Tirk 4 jê giran 8 kes birîndar bûbûn.