Şehîd Şehba li Kobanê hate veşartin

Şervanê QSD’ê Diyar Şehba yê ku şehîd bûbû li Goristana Dîcle ya Kobanê hate veşartin.

Bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê, cenazeyê şervanê QSD`ê Silêman Osman ku di qezayekê de li nêzî Bendava Tişrîn şehîd bû, veşartin. Şehîd Silêman Osman(Diyar Şehba) ji gundê Sendera yê girêdayî bajarê Babê ye.

Di heman demê de, nasnameya gerîlaya YJA-STAR Sulava Şêx Mihemed (Zinarîn Zinar) a ji gundê Bîr Zinar ê Kobanê ku di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, hate eşkerekirin.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Hevserokê Meclisa PYD`ê y Herêma Firatê Ehmed Şêxo di merasîmê de axivî û da zanîn ku divê destkeftiyê ku bi xwîna şehîdan hate bidestxistin, werin parastin.

Bi navê Meclisa Tebqa ya Leşkerî Egîd Botan jî axivî û bal kişand ser têkoşîna li dijî hêzên dagirker û çeteyên wê û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

Seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro û bi navê malbata şehîd Diyar Şehba axaftin hatin kirin û di axaftinan de bal kişand ser projeya biratiya gelan a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê.

Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd Diyar di nava tilîliyê dayîkan de, hate veşartin.