Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Dexîl spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Dexîl ê li Dêra Zorê li ser erka xwe şehîd bûbû, li navçeya Şedad a Kantona Hesekê bi merasîmekê spartin axê.

Girseya gel cenazeya şehîd Ehmed Dexîl ji pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî mezin ber bi Goristana Şehîdan a li Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê şervanên QSD`ê merasîm destpê kir.Piştre jî li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê, ji fermandaran Salih Zobee axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:"Bila cîhan bi şahid be ku em bindestiyê qebûl nakin û ji bo azadiya xwe û ewlehiya herêmê me bi hezaran şehîd dane. Îro jî em bi şehîdên xwe serbilind in ku li dijî DAÎŞ`ê şer kirin û me ji zilmê rizgar kirin, jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmê dan pêş."

Piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nacî Nicûm jî axivî û destnîşan kir ku şehîdan bi qehremaniya xwe efsane nivîsandin, komên çeteyan têk birin û xaka û gel rizgar kirin. Niçûm soza şopandina rêya şehîdan da

Di dawiya merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Recwa Hertûş nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Herî dawî jî cenazeyê şehîd bi diruşmeyên "Şehîd namirin" spartin axê.