Îlham Ehmed: Di sala nû de dawîkirina dagirkeriyê armanca me ya esasî ye

Îlham Ehmed a destnîşan kir ku wê herêmên Xweseriya Demokratîk wê li Sûriyeyê bibe navendên demokratîk ên gihayî hev û got: “Di sala nû de yek ji armancên me yên herî esasî dawîkirina dagirkeriyê û têkoşîna xweparastinê li cîhanê dana bihîstine.”

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed xebat, hevdîtinên dîplomatîk, xebatên komîteya destûra bingehîn ên sala 2020’ê û dîsa plansaziyên têkildarî sala nû ji ANF’ê re nirxand.

Îlham di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Xebatên ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê didomin, lê fikrên rejîma Sûriyeyê ya di vê mijarê de hê nehatiye guhertin, ev jî yek ji sedemên kûrbûna krîzên li Sûriyeyê ye. Vegera ji vê rewşê tenê rêyek heye ew jî vegera li xeta Netewa Demokratîk a Sûriye û ji bo demokratîkbûna welat û azadiya gelan gihiştina hev e.

Ji ber şer, koçberî, talan, revandin, girtin û kuştinê dema gelên Sûriye û rejîma Sûriye mirov bîne ba hev, hestê nebaweriyê derketiye holê. Vê rewşê jî şikestina vînê derxist holê, ji bo gel da nîşandan ku li gel wan in ku yên destekê dide wan. Ev yekan e astengiyên li pêşiya çareseriya krîzên Sûriyeyê ne. Li gel vê yên mudaxîlî rewşa Sûriyeyê bûne, di parçekirina gelên Sûriyeyê de rol lîstin. Krîzên Sûriye kûr in û berdêlê wê jî giran in. Vegera ji vê rewşê tenê rêyek heye ew jî vegera li xeta Netewa Demokratîk a Sûriye û ji bo demokratîkbûna welat û azadiya gelan gihiştina hev e.

Di nava salê de di navbera hinek kes û blokan de diyalog pêk hat û peyman hatin îmzekirin. Hinek xebat MSD jî tevlî bû. Em van xebatan girîng dibînin. Dibe xebatekî zor be lê wê encamên mezin bi xwe re bîne. Ji ber ku xebatên stratejîk in, siberoja Sûriyeyê diyar dikin. Em gelê Sûriyeyê mafê me heye ku em çareseriya xwe diayr bikin. Xebatên form û diyalogê, hevdîtinên çareseriyê di warê gihana hev de girîng in.

Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk xiste meryetrê. Di pêvajoyên zor û xeter re derbas bû, vê projeya ku gel bi xwe bikare xwe birêve bibe pêş xist, ji bo tevahiya Sûriyeyê ezmîna yekem bû. Dema dewleta Tirk êrîşên dijwar li ser Rêveberiya Xweser kir, hemû cîhanê diyar dikir ku ev proje wê nikaribe xwe du rojan li ser lingan bigire û hilweşe. Bi rastî jî hinek alî li bendê bûn ku ev proje hilweşe, hinek alî jî fikarên wan hebû ku ev proje hilweşe wê rewşên pir xirab derkevin holê, wê hemû rewşa li Sûriyeyê bên guhertin.

Gel xwedî li vê projê derketin, gel bi hev re li ber xwe da û dema hate dîtin ku tê parastin derket holê ku ev proje ne tenê projeyeke ya li ser gotinê ye. Dît ku ev civak bi xwe ye, biryara destekdayîna projeyê kirin. Heyetên serdana herêmê kirin, wateya dîplomatîk ên siyasî heye. Em nabêjin naskirina siyasî, lê lê bi demê re xebatên çareseriya demokratîk a ji bo krîzên Sûriyeyê wê bibe sedemê naskirina xweseriyê. Naskirina xweseriyê û li Sûriyeyê fermî qebûlkirina wê deynê hemû mirovahiyê ye. Divê cîhan erka xwe bi cih bîne û destekê bide vê projeyê.”

Ehmed li ser hevdîtinên bi Moskova û aliyên din re jî ev got: “Hevdîtinên li gel aliyan dewam dike. Helwesta me ya li ser çareseriyê diyar e. Cara yekê ye tevlî kongreya me li dar xistin bûne.Heman demê xebatên hevpar didomin. Em ji bo hevdîtinên me yên li gel Rûsyayê jî girîng bû. Bi taybet li ser prensîbn gel û demokratîk ên gihana hev a gelan bi rejîmê re diyalog pêşxistin, girîngiyê didin van hevdîtinan. Di vê mijarê de rola û bandora Rûsya heye.

Eger ku Rûsya destekê bide projeya Xweseriya Demokratîk wê ev jî bibe yekane rêya rizgariya Rûsyayê. Rûsya ketiye xaka Sûriyeyê û piranî şaştiyên rejîmê li ser wê dimîne. Heman demê bendewariyên gelên Sûriyeyê ji xweseriyê heye û rewşa parçeyî ya li Sûriyeyê rizgarbûna ji zordariya rejîmê jî wê bi xwe re bîne.

Rejîma Sûriye di warê fîzîkî û derûnî de di nava valatiyek mezin de ye. Her ku diç helwestên wê tund dibin. Ji guherîn û nûbûnan ditirse. Tirsa wê ne ji bo Sûriye ji bo desthilatê ye. Tişta ji azadiyê fam dike teslîmyet e. Li şûna bi gel re aştiyê pêk bîne, li gel welatê cîran ê mîna Tirkiye îtifaqan pêş dixe. Naxwaze rewşa giran a gel fêm bike. Hê jî fikra perwerdehiya bi zimanê dayikê qebûl nekiriye. Kurdan weke mêhvan dibînin, di rewşek wiha de wê çawa demokratîkbûnê qebûl bike.

Aqilê rejîmê hê haman e. Her kes kir terorîst û bi ser ve çû. Niha jî dixwaze QSD’ê bixe heman rengî. Propagandayên reş dike, tevlîheviyê di asta herî roj de dike. Dixwaze weke berê tenê li qadan bimîne. Bi demê re ev rewş wê tercihan jêre nehêle. Armanca me guherîneke demokratîk û azadiya gelan e. Ji derveyî vê jiyanek din tine.”

Ehmed li ser ambargoyên li herêmê jî nirxandin kir û got: “Nakokiyên di nava dewletan de zirarê dide gelê Sûriyeyê. Li van herêman 5 milyon nifûs heye. Rejîm dixwaze alîkariyên ji NY’yê bigire û ji derveyî xwe neşînin herêmên din. Wiha dixwaze her kesê mihtacî xwe bike, qada xwe ya desthilatê fireh bike.

Divê Rêveberiya Xweser bê destekkirin û ji bo alîkarî pêre bên kirin divê NY’yê rast e rast bi xweseriyê re peyman îmze bike. 7 salin Rêveberiya Xweser a Demokratîk hatiye avakirin. Di vê demê de xizmeta 5 milyon mirov dike. Heman dmeê alîkarî bi herêmên di bin kontrola rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de ne re jî dike. Madeyên sotemenî û xorekê li tevahî Sûriyeyê belav dike. Di nava pêkhateyên Sûriyeyê de cihêtî nekiriye. Di dema pêş de dibe raya giştî ya navneteweyî û NY’yê bi Rêveberiya Xweser re peyman îmze bike.

Ehmed bal kişand ser xebatên destûra bingehîn û komîteya destûra bingehîn û wiha pêde çû: “Xebat û komîteya destûra bingehîn ne bi aliyên gelan re bi îtifaqên di nava dewletan de tê kirin. Di xebatên komîteya destûra bingehîn de wê peymanên di nava dewletan de bibe. Yên ku Tirkiye destûra wan nedan tevlî vê komîteyê nekirin. MSD û Rêveberiya Xweser tevlî vê nekirin. Heta niha ti pêşketin di komîteya destûra bingehîn de pêk nehatiye. Ji bo xebatek wiha stratejîk û girîng hevparên gel ên hemû Sûriye û nûnerên muxalefetê tevlî nekirin. Li ser vî bingehîn ne referandûm, prensîbên giştî li ber çav girtin, destûreke bingehîn a hevpar bê avakirin. Mafê vê netewê nakeve referandûmê. Bi komîteya heyî re destûra bingehîn bê avakirin, wê ne di xizmeta gelên Sûriyeyê de be.”

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlhan Ehmed li ser armancên sala nû jî ev nirxandin kir: “Armancên me xurtkirina xebatên Rêveberiya Xweser in. MSD ji bo Rêveberiya Xweser xebatan bi awayekî fermî dike. Di kongreya hate kirin de xebatên ji nû ve rêxistinkirin û avakirinê hatin girtin. Wê pêşiya pirsgirêk û krîzên bê girtin. Wê pêşketinên mezin di xebatên rêveberiyê de derkevin holê.

Di sala nûn de yek ji armancên me yên herî esasî dawîkirina dagirkeriyê û têkoşîna xweparastinê li cîhanê dana bihîstine. Wê Herêmên Xweseriya Demokratîk bibe navendên demokrasiyê ya hevpar a Sûriyeyê. Bi muxalefeta Sûriyeyê re û xebatên hevpar bi hemû aliyên çareseriyê re kirin, projeya me ya hevpar e.”