Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
Di teqîna li sûka navendî ya li ser Cadeya Filistîn a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê de, yek jê zarok du sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi kêmanî 20 kes jî birîndar bûn.
Di teqîna li sûka navendî ya li ser Cadeya Filistîn a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê de, yek jê zarok du sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi kêmanî 20 kes jî birîndar bûn.
Li sûka bajarê Hesekê, endamên "Dîfa Wetenî" ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê, bombeyeke destan avêtin dewriyeya hêzên hikumeta Şamê. Di encama teqînê de zarokek û mêrekî 39 salî yê bi navê Omer Hisên El-Mihemed jiyana xwe ji dest da.
Her wiha sivîlên ku birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên El-Hikma û El-Luilua.
Ji birîndarên li nexweşxaneya El-Hikmê navê 16'an hatine zanîn; Senaa Mehmûd El-Sehn, Murteda Elî Zemzem, Safî Mihemed El-Etreş, Yasir Îsmaîl El-Hemed, Deham Efîn, Mûsa Mihemed Agop, Ebdulqehar Hentûş, Salih Xelef Sayir, Mehmûd Telal El-Salih, Mihemed Salih Sayir, Îzedîn Mistefa, Meryem Îbrahîm, Emanî Mihemed Heyder, Elî Îdo Xilêf, Ehmed Îdo, Emîna Salim.
Li sûka bajar, di navbera hêzên hikumeta Şamê û Koma Dîfa Wetenî ya girêdayî wê de tevlihevî heye, dikan hatine girtin.