HRE'yê bîlançoya sala 2020'î eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya çalakiyên li Efrînê yên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, 265 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya çalakiyên li Efrînê yên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, 265 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên wan ên tolhildanê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2020'î de, eşkere kirin.
HRE'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê li hemberî gelê Efrînê her cûre pêkanînên dermirovî wekî kuştin, revandin, asîmîlekirin, qirkirin dan meşandin û hîn didomîne.
Di dewama daxuyaniya HRE'yê de wiha hate gotin: "Ji aliyekî ve demografiya Efrînê diguherîne, ji aliyê din ve jî hewl dide xweza û dîroka Efrînê tune bike. Her roj bi topbaranên dijwar gelê herêmê û xwezaya herêmê tê hedefgirtin. Gelê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji cih û warê xwe koçber bûye, dîsa bi her cure qirkirinan ve rû bi rû dimîne."
'265 LEŞKER Û ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN'
Li gorî daxuyaniya HRE'yê, encamên çalakiyên wan ên tolhildanê wiha ne:
"Di sala 2020'an de li hemberî artêşa Tirk a dagirker û komên çete, bi giştî 153 çalakî hatine lidarxistin, di wan çalakiyan de:
- 265 çete û leşker hatin kuştin. Ji wan 235 çete û 30 leşkerên artêşa Tirk a dagirker in.
- 214 çete û leşker hatin brîndarkirin. Ji wan 172 çete û 42 leşkerên artêşa Tirk a dagirker in.
Her wiha di wan çalakiyan de bi giştî, şervanên HRE'yê 12 çekên AK-47 û gelek jarjor û fîşekên wê, 1 çeka M-16, 2 çekên A4, 2 çekên BKC, 1 roketavêja RPG 7, 1 çeka sekvaniyê, 1 MPT 76, 2 termal, 3 bêtêl, 1 kamîra, 5 telefon, 1 cîhaza mesafe dipîve, 1 durbîna şevê, 1 dûrbîna rojê, her wiha gelek belgeyên rêxistinî û alavên leşkerî desteser kirin.
Di heman demê de 35 wesayît, 3 doçka û 2 dron hatin rûxandin. Tank û wesayitên zirxî jî di nav de, 11 wesayît hatin derbkirin.
Artêşa dagirker di sala 2020'î de 375 caran herêm topbaran kir.
'7 SIVÎL Û 20 ŞERVANÊN HRE'YÊ ŞEHÎD BÛN'
Di wan êrişan de 7 sivîl şehîd bûn û zarok jî di nav de, 14 sivîl birîndar bûn. Her wiha çeteyên dagirker 2 caran êrişên bejahî li dar xistin.
HRE'yê ragihand ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 20 hevrêyên wan gihaştine şehadetê."