Newroz Ehmed: Em hîn bi xurtî û bi biryar dest bi sala 2021'ê dikin

Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed destnîşan kir ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve ew bi hêzeke xurtir, bi biryardarî û îradeyeke qewîntir dest bi sala 2021'ê dikin.

Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed hem li ser bûyerên siyasî, leşkerî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2020'î de qewimîn, hem jî li plansaziya 2021'ê ji ANF'ê re axivî.

Newroz Ehmed diyar kir ku li her devera cîhanê, sîstema desthilatdar di şexsê jinê de îmha, komkujî û bêîradehiştinê roj bi roj girantir dike û got, "Ji ber ku sedsala 21'ê weke sedsala jinê hate birêxistinkirin. Em di vê demê de dibînin ku jinan rengê xwe hîn bêhtir dane gelek qadan. Di rewşeke wiha de jî êriş zêde bûn. Ji ber vê yekê em vê hişmendî û pêşketinê li gelek deverên cîhanê dibînin. Ji bo xwe bigihînin jinên berxwedêr û têkoşer, ji bo rêxistinbûnê me plansaziyek danîbû ber xwe. Ev rewş di şerê me yê dijî DAÎŞ'ê de bêhtir bi pêş ket. Karê me yê ji bo vê armancê dewam kir. Ji gelek deverên cîhanê û ji gelek neteweyan jin hîn jî tevlî dibin. Cihê xwe li nava refên YPJ'ê de digirin. Di vê mijarê de eleqeyeke mezin heye. Vê yekê jî em dikarin weke bandor û encamê binirxînin.

Îsal jî plansaziyeke me heye ji bo xwe bigihînin van hêzan. Lê belê êrişên dagirkeriyê, gefên li ser herêmê û nexweşiya li cîhanê li pêşiya vî karê me bûn asteng. Yanî bûn asteng ku ji ber vê yekê me nekarî xwe bigihînin her cihî. Yên ku dixwestin bên herêmên me jî ji ber sedemên ku me diyar kirin, nekarîn bên. Bêguman ev yek jî astengiyeke mezin bû. Lê belê bi peyaman û bi rêya teknîkê me xwe gihand jinên li hemû parzemînan. Bêguman ev yek ne di asta têrkeriyê de bû û pêwîstî bi karekî berfirehtir heye. Ji ber ku yek ji hîmên bingehîn ên şoreşa me ye û şoreşa me ya Rojava eleqedar dike. Pêkhatina şoreşeke demokratîk û azadîparêz ji bo tevahiya cîhanê pêwîstî ye."

Li ser plansazî û armancên ji bo sala 2021'ê jî Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed ev nirxandin kir:

"Bêguman em di pêvajoyeke girîng de ne. Sala 2020'î ji bo gelê me encamên gelekî giran bi xwe re anî. Gelê me neçarî koçberiyê bû. Ji cih û warê xwe bû. Li ser xaka xwe neçar ma bi rengekî koçber bijî. Ev yek rastiyeke gelekî giran û dilşewat e. Li Efrîn, Til Ebyad, Serêkaniyê û herêmên din ên êriş lê tên kirin rewş bi vî rengî ye. Li ser herêman hemûyan hîn jî êriş û gef dewam dikin, zêde dibin.

Me sala 2020'î li pey xwe hişt, lê belê têkoşîna me dewam dike. Sala 2021'ê wê ji bo têkoşîna me saleke girîng be. Li ser bingeha encamên ji sala 2020'î derxistî, em ji aliyê siyasî, leşkerî ve bi hêzeke hîn xurtir, bi îrade û biryardariyeke mezin ji sala 2021'ê re amade ne. Her wiha em hişmendî, rêxistinî û daxwaza civaka xwe jî dibînin. Lewma armanca sereke ew e ku qadên dagirkirî werin azadkirin û bikin ku gelê me li xaka xwe vegere, bi rengekî azad lê bijî. Li gel vê yekê li dijî êrişên ku hîn jî dewam dikin, bi navê YPJ'ê parastina gel û xaka xwe erk û wezîfeya me ya sereke ye. Ji bo sala nû, wê bi amadekariya ji her alî ve ev yek bê kirin, bersiv bê dayin. Me heta asteke girîng amadekariyên xwe temam kir. Aliyên kêm mane jî em ê li ser bisekinin û temam bikin.

Yek ji armancên me ew e, tecrûbe, destketî û danheviyên li rêveberiya xweser ji aliyê siyasî, civakî û bi taybetî jî ji aliyê jinan ve hatine afirandin bên parastin. Modela çareseriyê ya ku bi şoreşa Rojava re derkrete holê di serî de ji bo Sûriyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn modela çareseriyê ye. Ji ber ku ev der ew herêm e ku nakokî û şer herî zêde lê diqewime. Lewma divê em vê modelê hîn bi xurtî biparêzin û bikin modeleke mînak ji bo tevahiya cîhanê. Bêguman ev yek divê bi pêşengiya jin û ciwanan bibe. Lewma sîstema me ya heyî divê bibe malê tevahiya cîhanê, divê em wê xurt bikin. Tê dîtin ku hem ji saliyê destketiyên sala 2020'î hem jî ji bo sala 2021'ê hêviya me mezin e. Zêdebûna êrişan hişmendî û rêxistiniya civakî zêdetir dike. Êrişên tên kirin me hîn xurt dikin.

Bi pêşengiya jin û ciwanan, em dikarin ji bo jinên cîhanê hemûyan bêjin ku bi mezinkirina vê têkoşînê em dikarin bi ser bikevin. Divê em îsal ji bo Rêber Apo, gelê Kurd û gelên herêmê hemûyan bikin sala azadiyê û şoreşê bikin malê cîhanê. Em ê ji bo vê têbikoşin. Ji bo nirxên xwe û berdêlên hatine dayin, ji bo hêjayî şehîdên xwe yên ku canê xwe di oxira vê têkoşînê de feda kirine, em ê wezîfeyên xwe bi berpirsyariyên xwe bi cih bînin."