QSD: Şaneya amadekariyê êrîşên serê salê dikirin hatin girtin

QSD’ê bi operasyoneke taybet şaneya çeteyên DAÎŞ’ê ya amadekarî dikir ku serê salê êrîşan pêk bînin girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê têkilarî operasyona li dijî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê ya zeftkirî daxuyaniyek da.

QSD’ê ev agahî parve kir: “Şaneyên razayî ya DAÎŞ’ê yên ku di amadekariya çalakiyan de bûn hatin bêbandor kirin.

Li roja 31’ê Kanûnê li herêma Dêra Zorê, li bajarokên Sûwar û Kesra û di gelek gundên girêdayî wan de, yekineyên me yên ewlekariyê û yekineyên me yên operasyonê, li hember şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê operasyon lidarxistin. Di encama wan operasyonan de 14 endamên şaneyên DAÎŞ’ê hatin girtin. Ev kesên ku hatin girtin, ji bo ku di sersalê de çalakiyan bikin di nav amadekariyan de bûn. Bi vê operasyonê ve ev armanca çeteyan vala hat derxistin.

Li heman rojê di operasyona li nêzî gundê Ebû Nîtil ya bajaroka Sûwar de hat lidarxistin de, 3 çeteyên DAÎŞ’ê yên Iraqî hatin kuştin.”