Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Kobanê grev birçîbûnê dest pê kir

Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirine, li Kantona Kobanê greva birçîbûnê ya dorveger a ji bo 7 rojan dest pê kir.

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 27'ê Mijdarê ve greva birçîbûnê dewam dike. Grev di roja 38'an de ye.

Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, li meydana Şehîd Egîd a Kantona Kobanê bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye, na ji tecrîdê re, azadî ji bo Rêber Apo' greva birçîbûnê ya dorveger dest pê kir. Di koma destpêkê ya grevê de ku wê 7 rojan dewam bike, endamên Kongreya Star cih digirin.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Arîf Balî û bi navê Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Hacîm axivîn.

Hacîm bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Li gorî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî, tecrîd û binpêkirina mafên mirovan ên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê gihîştine asta herî bilind. Dewleta Tirk bi rêya vê êrişê dixwaze gelê Kurd qir bike. Li gel êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd felsefeya Rêbertî li tevahiya cîhanê belav bûye. Di şexsê Rêbertî de komplo bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê, hewl didin felsefeya Rêbertî û Projeya Xweseriya Demokratîk têk bibin. Di şexsê Leyla Guven de jî hewl didin îradeya jin a azad têk bibin. Lê belê dewleta Tirk bila vê baş zanibe ku wê qet nikaribe me tine bike. Em li ser bingeha felsefeya Rêbertî mezin bûn."

Sibe jî wê endamên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger, Herêma Qinê, Rêveberiya Herêma Firatê, Rêveberiya Kantona Girê Spî û Eyn Îsayê çalakiyê dewr bigirin.