Ji ber sedema serdana Erdogan a li Elmanyayê bi dirûşma ''Erdogan not welcome'' (Tu nebixêr hatî Erdogan) wê çalakiyên protestoyî werin kirin. Di çalakiyan de Erdogan û hem jî hevkariya hikûmeta Alman a bi 'dîktator' re wê were protestokirin.
Çalakiya 28'ê Îlonê wê li navenda Berlînê were kirin. Her wiha ji Oldanburg, Hamburg, Bremen, Hannover, Kîel, Kassel, Salzgîtter, Magdabûrg, Dresden û Hallenê tevlêbûn ji bo çalakiya li Berlînê çêbibe. Çalakî saet 16.00'an li Postmader Plazê wê dest pê bike.
Dîwana Hevseroktiya KCDK-E'yê got, ''Ji bo demokrasî û azadiyê li dijî dîktator Erdogan 28'ê Îlonê li Berlînê û 29'ê Îlonê li Kolnê wê meş û mîtîngên navendî çêbibin.''
KCDK-E'yê bal kişande ser polîtîkayên komkujî û şer a dewleta Tirk a li ser Kurdan û her wiha tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî destnîşan kir.
Tecrîda li ser Ocalan weke, ''tecrîda li ser gelê Kurd û demokrasiyê'' bi nav kir û hate gotin, ''Bi berxwedana gelê me û dostên me ev polîtîkayên gemarî wê werin pûçkirin.''
KCDK-E'yê bal kişande ser hevkariya hikûmeta Elman a bi dewleta Tirk re û got bi firotina çekan destekê dide vî şerê qirêj.
KCDK-E'yê Vexwendina Erdogan a li ji bo Elmanayayê weke 'rewakirina dîktatoriyê' şîrove kir û got, ''Tenê bi têkoşîn û berxwedana yekbûyî em dikarin Erdoganê dîktator rawestînin.''
KCDK-E'yê diyar kir berpirsyariyeke girîng li ber Kurd, Tirk, Çerkez, Laz, Asûr-Sûryan, Ermen, Elman, Xiristiyan, Elewî, Misilman , Êzîdî, jin, ciwan û muxalîfan heye û got, '' Ji bo vê sedemê em bang dikin ku bi tevlêbûna meşên bi navê ''Erdogan not welcome', ji hêla 135 saziyên Elman, Kurdistanî û Tirkiyeyî hatine organîzekirin, eniya demokrasî û azadiyê were geşkrin (...) Em bang li her kesî dikin ku ji bo li dijî dîktator Erdogan helwesta xwe nîşan bidin, em pêkhateyên 'Erdogan not welcom' (...) bang dikin ku her kes tevlî meşên navendî bibe.''