HDP'yiyên li Sirgûnê bang li Elmanyayê kirin

Beriya serdana Erdogan ku sibehî wê li Elmanyayê dest pê bike, siyasetmedarên HDP'yî xwestin ku di hevdîtinan de ên bi hikûmeta federal re, mafê mirovan ên giran ên li Tirkiyê û nehiquqî werin ser masê.

Siyasetmedarên HDP'ê yên li Elmanya li sirgûnê beriya serdana Erdogan a li Elmanyayê daxuyaniyek dan. HDP'yiyan bi bîr xistin ku serdana Erdogan bi vexwendina dewleta Elman pêk tê û got, 'Dema serdanê rasterast bi wê rewşê re têkildar e ku li Tirkiyê krîza aborî heye û Erdgoan li hundir û derve meşrûiyeta xwe ya siyasî ji dest dide''.

Siyasetmedaran diyar kirin di demeke wiha ya krîtîk de mirov dide difikiran ku welatê lokomotîf ê Ewropayê Elman peyamên xwedîderketina li Erdogan dide û rexne li Elmanyayê hate kirin, hate gotin, ''Hûn li ser sedemên rastî yên krîza siyasî û aborî ranawestin.''

'BILA ZIYANÊ NEDIN RIHÊ AZADÎ, AŞTIYÊ YÊ EWOPAYÊ'

Siyasetmedaran diyar kirin niha li Tirkiyê rewşa awarte sazkar e, zext û zordariya li ser hevserok, wekîl, şaredarên HDP'ê, nûçegihan û rewşanbîran ji hêla rejîma AKP'ê ve hatine girtin û bêyî ku ev rewşe were rojevê hevdîtina bi rejîma Erdogan re wê 'di wijdanên gelên Tirkiyê de were mehkûmkirin.''

Di daxuyaniya niviskî de hate gotin Erdogan berjewendiya xwe û partiya xwe mîna berjewendî û pêdiviyên Tirkiyê destnîşan dike, ev xapandinek e û rayedarên Elman divê vê bibînin û bi domdarî hate gotin, ''Di rewşeke berovajî vê de ji kirinên faşîzmê ya ku tê dîtin wê zêdetir bibe Elmanya wê berpirs be û jê bibandor bibe.''

Di daxuyaniyê de hate gotin Erdogan li pey wê ye ku gavên wî yên faşîzme neyê dîtin, wiha bazarê bike û heke Elmanya vê bazarê qebûl bike, bi hin peymanan rûne, wê ne tenê bêhna Erdogan fireh bibe lê zirarê bide azadî, mafê mirovan û rihê aştiyê ya Ewropayê. Bi domdarî hate gotin, ''Em dixwazin ev hemû werin dîtin, hikûmeta Elman careke dî li biryara xwe bifikire, li ser masê danîna binpêkirinên giran ên mafê mirovan, nehiqûqî, êş û hejariyan, hewcehiyeke nirxên gerdûnî ye.''

Ên ku îmzeya wan li ser daxuyaniyê heye:

Ahmet Yildirim (Parlamenter), Besîme Konca (Parlamenter), Burhan Kocaman (Hevşaredara Karakoçanê), Dîlek Ocalan (Parlamenter), Faysal Sariyildiz (Parlamenter) Filîz Koçalî (Rêveberê Partiyê), Hatîp Dîcle (Hevserokê berê yê KCD'ê) Hasîp Kaplan (Parlamenter), Hasan Basri Firat (Şaredarê Xinisê), Huseyîn Guneş (Şaredarê Gimgimê), Leyla Bîrlîk, (Parlamenter), Leyla İmret (Şaredara Cizîrê), Lezgîn Botan (Parlamenter), Nursel Aydogan (Parlamenter), Orhan Şansal (Şaredarê Pirsûsê), Sîbel Yîgîtalp, (Parlamenter), Sînan Onal (Hevnûnerê HDP'ê yê Elmanya), Tuba Hezer (Parlamenter), Ziya Pîr (Parlamenter).