Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.

Ji dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  bi komploya navdewletî rehîn hatî girtin û vir ve, dewleta Tirk çi dema ku li hemberî paradîgmaya Ocalan û siyasetê dixitime tecrîdê giran dike.

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Gever û Tendûrekê li artêşa Tirk dane û 6 leşker kuştine. HPG’ê diyar kir ku li Çewlikê jî 4 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku gundê El-Şecle hate rizgarkirin û di şerê 24 seatên dawî de 21 çete hatine kuştin.

Dewleta Tirk li Efrinê li qadên ku dagir kiriye, nasname û kartên endamtiyê yên bi alayên Tirk da 'karmend' û 'sîxûrên' xwe.

Hate gotin rejîma Sûriyê ji 400'î zêdetir endamên çeteyên DAÎŞ'ê yên Dêrazorê birin Idlibê ya ku operasyona li ser hate taloqkirin.

Alîkarê Serokê Konseya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Saleh Îbo got dewleta Tirk dest li ser zeviyên çandinî û erdên zeytûnan daniye, wiha guherîna demografiyê dide ber xwe.

Tirkiye ya ku têkiliyê wê bi DAY’yê re xirabû ye, bazara xwe ya bi welatên Ewropa re xurt kiriye. Hevkariya di navbera Tirkiye û Belçîkayê de ji nû ve destpê kir. Serokwezîr Charles Mîchel ragihand ku wê bi taybet di warê xîrûsî de hevkarî bikin.

Vê heftiyê Nobeta  Ji Ocalan re azadî ya ku li Strasboûrgê ya Fransayê didome, endamên Insîyatîva Jinan a Ingilîstanê dewr girt.

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên 24-25’ê Îlonê ya li navçeya Şera û Reco yên Efrînê de bi kêmanî 5 çete hatine kuştin.

Erdogan ku Înê û Şemiyê li Elmanyayê dewlet bi asteke bilind wê pêşwaziya wî bike, ji hêla saziyên civakî, partiyên muxalefetê û koçberan ve bi rengê 'kesê ku hatî hermonîkirin' hate ragihandin. 

DÎDF banga tevlî çalakiyên protestoyî yên li dijî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên ku wê 28-29’ê Îlonê biçe Elmanyayê kir.