NÛ BÛ-Li Amed 5 û Îzmîrê 7 kes hatin destgîrkirin
Li Îzmîrê 7 kes û li Amedê jî li gel Hevserokê HDP’ê yê navçeya Hênê Fesîh Karataş 4 kes din jî hatin destgîrkirin.
Li Îzmîrê 7 kes û li Amedê jî li gel Hevserokê HDP’ê yê navçeya Hênê Fesîh Karataş 4 kes din jî hatin destgîrkirin.
Rejîma AKP-MHP’ê operasyonên qirkirina siyasî yên li ser gelê Kurd û aliyên demokratîk didomîne.
ÎZMÎR
Li Taxa Asarlik a Menemena Îzmîrê di destê sibehê de polîsan girtin ser malan. Di serdegirtinan de derî hatin şikandin û polîsan dest danîn ser gelek pirtûk û alavên elektronîk.
Di serdegirtinan de, Abdûllah Yolcû, Dogancan Uste, Îsmaîl Aydemîr, Abdûllah Açik, Ûmûtcan Soylemez, U.S (17) û kesekî bi navê Baran ê ku paşnavê wî nehate zanîn,hatin destgîrkirin
Hate diyarkirin ku polîs li kesê bi navê Agît Uste jî digerin.
AMED
Polîsan vê sibehê avêtin ser mala Hevserokê HDP’ê yê Hênê Fesîh Karataş. Piştî lêgerîna li mal, polîsan Karataş destgîr kirin û birin Gerînendetiya Emniyetê ya bajêr.
Polîsan di saetên serê sibehê de li navçeya Rezan a Amedê li taxa Şeyhşamîl di ser malan de hat girtin. Polisan di serdegitina malan de Mehemt Can Çelîktemel, Seyfettîn Çelîktemel, Selahattîn Şener û Melahat Daniş destgîrkirin.