Li Dûîsbûrgê Erdogan hate protestokirin

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê çalakiya ‘Tu bi xêr nehatî Erdogan’ hate lidarxistin.

Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyip Erdogan ew ê sibê were Elmanyayê. Çalakiyên protestokirina hatina Erdogan didome.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Dûîsbûrga Elmanyayê hatin ba hev, serdana Erdogan protesto kirin.

Kurdistanî saet di 17.00’an de li hev civiyan. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser serdana Erdogan a Elmanyayê û polîtîkayên durû yên dewleta Elmanyayê.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel Amara Tolhildan got ku, “Em serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê şermezar dikin û bangî hemû jin û gelan dikin ku li hemberî serdana Erdogan bila dakevin qadan.”

Tolhildan diyar kir ku di  28 û 29’ê Îlonê de ew ê çalakiyên protestoyê yên girseyî ew ê werin lidarxistin û bang kir ku bila her kes tevlî van çalakiyan bibin.