SKYP Ewropa li dijî Erdogan banga meydanan kir

SYKP Ewropa li dijî serdana Erdogan a li Elmanyayê banga tevlêbûna çalakiyên 28'ê Îlonê li Berlînê û 29'ê Îlonê li Kolnê kir.

Partiya Rizgariya Ji Nû ve ya Sosyalîst (SYKP) Ewropa têkilî serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li Elmanyayê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin vexwendina Erdogan a ji hêla hikûmeta Merkel ve 'hewldana meşrûkirina Erdogan e' û ne raya giştî ya Elman û ne jî Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanyayê vê qebûl nakin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em bang li hemû karker û kedkarên koçber û xwecih, bang li jin, ciwanan dikin ku li dijî dîktatorê faşîst Erdogan û bi vexwendina wî bûyî hevkarê sûcê Erdogan, dewleta Elman li her qadê şermezar bikin, em bang dikin ku her kes tevlî çalakiyên 28'ê Îlonê ya li Berlînê û 29'ê Îlonê ya i Kolnê bibe.

Em dewleta Elman ku 28'ê Îlonê wê Erdogan bi merasîma dewletê pêşwazî bike û 29'ê Îlonê bike ku li Kolnê mizgeftê veke şermezar dikin. 28'ê Îlonê li Berlînê û 29'ê Îlonê li Kolnê em bang dikin ku dîktatorek çawa tê pêşwazî bikin divê wiha were pêşwazîkirin.''