HDP'ê êrîşa li Eskîşehîrê şermezar kir
Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê êrîşa nîjatperest a li Eskîşehîrê ya li ser parêzer Heval Yildiz Karasû û HDP'ê şermezar kir.
Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê êrîşa nîjatperest a li Eskîşehîrê ya li ser parêzer Heval Yildiz Karasû û HDP'ê şermezar kir.
Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran got, li Eskîşehîrê bi tifingê êrîş birine ser avahiya ku ofîsa parêzer Heval Yildiz Karasû lê ye û li ser dîwarê avahiyê hatiye gotin, ''Em li Odunpazari HDP'yiyan naxwazin''.
Başaran got, ''Ji ber sedema bihîstyariya Heval Yildiz Karasû ya di doza Alî Îsmaîl Kormaz, Komkujiya 10'ê Cotmehê û gelek dozên civakî de dixwazin wê çavtirsandî bikin.''
Başaran got êrîşa li ser Karasû êrîşa li ser saziya parastine û darazê ye û got, ev êrîş encama helwesta AKP'ê ya li bara wan parêzeran e ku muxalefetê li AKP'ê dikin.
KOMELEYA NÎJATPEREST HEDEF NÎŞAN DA?
HDP'ê bal kişande ser parvekirineke medyaya sosyal ku tê îdîakirina a serokê rêxistiniya nîjatperest 'Kaya Boyu Dernegî' ye. Di hesabê navborî de hate gotin, ''Li bînaya li rex Komeleya Kayi Boyuyê parêzereke bi navê Heval Yildiz Karasû hatiye bicihkirin, em li Odunpazarî HDP'yiyan naxwazin.''
Başaran xwest ku pêşî li van êrîşan were girtin û kesên ku ev êrî pêk anîne werin darizandin.