ROJEVA 26'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Îlonê.

-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin. 

-Li Bakurê Sûriyê operasyona li ser DAÎŞ'ê û geşedanên pê ve têkildar wê werin şopandin.

-Serokê Şûbeya ÎHD'ê ya Wanê Murat Melek got tecrîd sûcekî mirovahiyê ye, tecrîda li ser Ocalan biryara hevpar a desthilatê û hêzên navnetewî ye.

-Li gundên  navçeyên Wanê Payizava û Edremîtê bi dirûşma 'nebe şivan bibe cerdevan' li qorîciyan digerin.

-Gelek kesên ku ji bo xwarina Înê ya ji bo Erdogan ji hêla Serokkomar Steînmeîr ve  hatine vexwendin li pey hev biryara boykotê didin. Herî dawî Şaredarê Berlînê Mîchael Muller jî got ew naçe ser xwarinê.

-Çîroka zarokekî esîl ê bejî yê di nav çanda Dersimê de xira nebûyî, kurteya hemû Dersimê ye. Çîroka jiyana wî dişibe çîroka masiyê somonê. Ji bo bîranîna Mahîr ku bihara 2018'an şehîd bûyî..

-Gulten Kişanak bi vegotinên jinên ku weke wê girtî û di siyaset jinê ya Kurd de peywir standine, gav bi gav têkoşîna  jinê ya ku geş bûyî û destkeftiyên wê di pirtûka ''Di Siyaseta  Kurd de Rengê Xemrî'' vedibêje.

-Zulfî Yoldaş ê ku li Sûrê dijî, bi 17 pirtûkên helbest ê û bi denhan stran û 100 hezar erbane temenê xwe daye hunerê.