KCDK-E: Em 29’ê Îlonê li dijî tecrîdê dakevin qadan

KCDK-E, ji bo çalakiyên 29’ê Îlonê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga beşdarbûnê kir. Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên Ewropa jî hate dayîn.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha dest pê dike; “Rêber Apo ku bi komployekî navnetewî dil hate girtin ev nêzî 20 salan e li girava Îmralî tê tecrîdkirin. Di cîhanê de pêkanîneke wiha nîne û Rêber Apo ji hemû mafan hatiye bê par hiştin û rewşa giran a tecrîdê didome.”

‘TECRÎD BI BERXWEDANÊ WÊ BÊ ŞKANDIN’

Daxuyanî wiha didome;

“Tecrîd û zexta li ser Rêber Apo tê pêkanîn bi komkujî, zilm û jenosîda li ser gelê Kurd  tê domadin. Ji bo qirkirina Kurdan temam bikin tecrîdeke giran û zexteke mezin li ser Rêber Apo didin meşandin. Têkildarî rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Apo tu agahî nayê girtin.

Paradîgmaya Rêberê gelê Kurd di serî de ji bo gelê Kurdistan û hemû gelên cîhan û Rojhilata Navîn bû hêviyek. Rêber Apo yekane lîderê ku demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, azadî, wekhevî û afirandina jiyana hevpar pêk bîne ye. Ev felsefeya ku li cîhanê bû xwedî sematiyek mezin dewleta Tirk a faşîst û hêzên navnetewî ne rehet kir. Ji ber vê sedemê tecrîd û êrîşeke berfireh pêk tînin. Em dikarin vê tecrîdê bi berxwedan û têkoşînê têk bibin.”

LI DIJÎ CPT Û SAZIYÊN EWROPA NERAZÎBÛN

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bêdengiya CPT û Konseya Ewropa hêzê dide Erdogan û wiha hate domandin; “Divê CPT û saziyên Ewropa demildest bikevin nava tevgerê û berpisyartiya xwe ya ku qanûnên navnetewî li ser wan ferze pêk bînin.”

‘BI RENGEKÎ XURT EM BEŞDARÎ MEŞÊN GIRSEYÊ YÊN 29’Ê ÎLONÊ BIBIN’

KCDK-E di dawiya daxuyaniyê de banga tevlîbûneke bihêz li meşan kir û wiha got;

“Roja 29’ê Îlonê li tevayî Ewropa, Afrîqa, Avûstralya, Japonya û Kanada bi şîara ‘Ocalan îradeya me ye, Em xwedÎ li îradeya xwe derdijevin’ û ‘CPT û Konseya Ewropa Demıldest Bikevin Tevger’ were lidarxistin. Divê hemû gelê me yên li hemû parçeyan, şoreşger, demokrat, akademîsyen, parazvanên azadiyê û hemû kes bi hêz û girseyî beşdarî meşan bibin û xwedî li Rêber Apo derbikevin.”