Hincetên vale yên têkilî cezayên li Demîrtaş û Onder!
Biryara bi hincet a derbarê Selahattin Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder hate eşkere kirin lê di metnê de tu hincetek nehate nîşandan.
Biryara bi hincet a derbarê Selahattin Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder hate eşkere kirin lê di metnê de tu hincetek nehate nîşandan.
26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara bi hincet a der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder de aşkere kir. Heyetê bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine", li Demîrtaş 4 sal û 8 meh, li Onder jî 3 sal û 6 meh ceza birîbû. Di biryara bi hincet de hincet nişan neda. Heyetê di biryara bi sedem de disa cih neda parastina Demirtaş û Onder û mutaleaya dozger.
Heyetê axaftinen Demîrtaş ên di mîtingan de ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine vekirin, wekî propaganda hesiband. Heyetê dîsa axaftinên Demîrtaş ên di mîtingan de ku hikûmet û Serokwezîr û serokomar rexne kirine wekî gef nîşan dan. Heyetê dîsa axaftina bîranîna Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Dogan wekî pestê tundiyê daye nişan da.
Heyetê dîsa axaftinên Onder ên dî mîtînga Newrozê de jî wekî propaganda pênase kir. Balkêş e di biryara bi hincet û biryara dadgehê ya roja danişîna 7'ê Îlonê kopyayên hev in.
Demîrtaş, piştî biryarê li ser hesabê twîtterê bertek nîşan da û diyar kir ku heta niha tu biryar ew qas ne li dijî zagonan û ne ew qas tolhildêr bû. Demirtaş, anî ziman ku yên axaftinên ku wan kirine sedema sûc girtekên polîsan esas girtine lê di girteka polîsan a 17'e Adara 2013'an a Newrozê de wiha dibêjin 'Axaftina Newrozêya Selahattin Demirtaş bêtir li ser giringiya piştgiriya aştiyê radewiste. Peyva ‘Lê pêvajoya aştiyê ew e ku mirov neyên kuştin û ciwan hev nekujin. Em dê piştgiriya maseya muzakereyan berdewam bikin. Demîrtaş di axaftina xwe de xwest pêvajo berdewam bike.