Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.

Gelek kesên ku ji bo xwarina Înê ya ji bo Erdogan ji hêla Serokkomar Steînmeîr ve  hatine vexwendin li pey hev biryara boykotê didin. Herî dawî diyar bû ku Şaredarê Berlînê Mîchael Muller jî  wê neçe ser xwarinê.

 

 

Li navçeya Silopî ya Şirnexê teqînek çêbû. Hate ragihandin ku di teqînê de 2 cerdevan mirin û 4 jî birîndar bûne.

 

 

Dadgeha  Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana têkilî êrîşa fizîkî û gefa kuştinê ya beriya bi deh salan a li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan qebûl kir. Pêrşemê wê were dîtin.

 

Li herêma ku Walîtiya Bedlîsê ‘qedexe’ lê dabû îlankirin, ji ber operasyonên artêşa Tirk agir bi daristanê ket. Şewata li daristana Sehiyê zêdetir dibe.

 

HPG’ê ragihand ku li navçeyên Çelê û Gever ên Colemêrgê û herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker ên Tirk rêze çalakî kirine. HPG’ê eşkere kir ku li Dersim û Sêrtê 7 gerîla şehîd bûne.