Şaredarê Berlînê jî wê Erdogan boykot bike

Gelek kesên ku ji bo xwarina Înê ya ji bo Erdogan ji hêla Serokkomar Steînmeîr ve  hatine vexwendin li pey hev biryara boykotê didin. Herî dawî diyar bû ku Şaredarê Berlînê Mîchael Muller jî  wê neçe ser xwarinê.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku dîsa navbeyna xwe ya û dewleta Elman baş kirî piştî bi salan bi serdaneke fermî sibe wê biçe Elmanyayê. Li gel ku raya giştî ya Elman û muxalefeta wê li dij e jî rêveberiya Berlînê bi asteke bilind wê pêşwaziyê li Erdogan bike.

Erdoganê ku tê payin sê rojan li Elmanyayê bimîne, hê nehatî Elmanyayê plana xwe guherand. Erdoganê ku beriya niha hatî gotin êvara Pêrşemê wê li paytext Berlînê be, diyar bû ku sibe nîvrokî wê bigihije Elmanyayê. Erdogan ku nîvrokî wê li balefirgeha Tegelê ya Berlînê dakeve, piştre li otêla Adlonê wê bi alîgirên xwe re were cem hev.

Ji ber ku hikûmeta Merkel rê neda ku Erdogan li Berlîn û Kolnê li hêwaneke mezin bi alîgirên xwe re were cem hev, Erdogan bi nêzî 100 nûnerên saziyên dûvelingên AKP'ê yên li Elmanyayê re wê civînekê bike û 'mîtîngeke biçûk' bike.

BOYKOTA LI SER ERDOGAN ZÊDE DIBE

Vê navbeynê boykota kesên ku ji bo xwarina li Qesra Serokkomariyê ya Serokkomarê Elman Frank Walter Steînmeîer ya ji bo Erdogan hatine vexwendin zêde dibe. Beriya bi çend rojan parlamenterên endamê FDP'ê Bîjan Djîr-Saraî û parlamentera Partiya Çepgir Sevîm Dagdelen gotin ew naçin xwarinê, piştî vê, her roj hin navên dî dibêjin ew ê neçin xwarinê.

Herî dawî diyar bû ku Şaredarê Berlînê Mîchael Muller jî biryara boykotê standiye û ew ê jî neçe ser xwarina ji bo Erdogan.

Biryara boykotkirina Erdogan muxalefeta Elman a dûrî hev kiriye yek. Lîdera FDPê Chrîstîan Lîndner, hevserokêkên Keskan Annena Baerbock û Robert Habeck, serokên koma meclîsê yên AfD Alexander Gauland û Alîce Weîdel li pey hev daxuyanî dan û gotin ew ê bi Erdogan re neyên heman deverê.

Duh jî di çapemeniya Elman de derketibû ku Serokwezîr Merkel wê neçe ser xwarina navborî. Heta niha tenê lîderê berê yê Keskan Cem Ozdemîr got ew ê biçe ser xwarinê.

Dema ku Erdogan li Qesra Serokkomariyê hate pêşwazîkirin bi pêşengiya platforma 'Erdogan not Welcome' (Tu nebixêr hatî Erdogan) li meydana Potsadamer Platzê ya li navenda Berlînê Erdogan bi rengekî girseyî wê were şermezarkirin. Meşa ku li gel koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî, gelek organîzasyonên gel, partiyên siyasî û saziyên civakî destekê didinê saet 16.00'an wê dest pê bike.