ADHK, ADKH, SYM: Li dijî Erdogan-Merkel dakevin qadan!

ADHK, ADKH û SYM’Ê ji bo protestokirina serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê di 28-29’ê Îlonê de banga daketina qadan kir.

Konfederasyona Gelên Demokratîk a Ewropa (ADHK), Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropa (ADHK) û Socialist Youth Movement–Tevgera Ciwanên Sosyalîst (SYM), têkildarî serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Saziyan ji bo protestokirina serdana Erdogan a ji bo Elmanyayê banga beşdarbûna çalakiyan kirin ku wê  28’ê Îlonê roja Înê li Berlîn Postdamer Platz û 29’ê Îlonê roja Şemiyê meşa li Koln Deûtzer Werft werin lidarxistin.

CIH Û DEMÊ ÇALAKIYAN

Di daxuyaniyê de cih û demê çalakiyan wiha hate nîşandan;

“28’ê Îlonê seat 16:0’an Postdamer Platz Berlîn

29’ê Îlonê Koln Deûtzer Werft Seat: 10:00’an.”