Salek û 11 meh ceza dane Ferhat Tunç

Salek û 11 meh û 12 roj cezayê girtîgehê dane stranbêj Ferhat Tunç.

Danişîna doza stranbêj Ferhat Tunç ku bi îdîaya 'propagandaya rêxistinê' 9 sal ceza jê re dihate xwestin li Dadgeha Cezayê Giran a 36'an a Çaglayê hate dîtin.
Tunç parastineke berfireh a siyasî kir, sûcdariyên li ser red kir û got ew li pişt gotinên xwe ye.

Salek û 11 meh û 12 roj ceza li Tunç hate birîn.

Ferhat Tunç ji bo Azîz Guler ku li Kobanê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûbû bi bîr anîbû, ji bo xwestibû ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bibe, ji bo ku vekirina nûnertiya li Osloyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a  Rojava pîroz kiribû, dihate darizandin.