Şewata li Geliyê Roj berbelav dibe

Şewata li herêma Geliyê Roj a Dersimê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû derxsitin berbelav dibe. Mudaxeleya şewatê jî tê astengkirin.

Li herêma Geliyê Roj a Dersimê, şewata ji ber bombebaranên hewayî û bejahî derketî , berdewam dike. Şewata ji 22’yê Îlonê ve berdewam dike her diçe li herêmê belav dibe. Yekîneyên leşkerî destûrê nadin komên dildar ên dixwazin biçin herêmê şewatê bitefînin.

‘DIXWAZIN HERÊMÊ BÊ MIROV BIHÊLIN

 Ji dildaran Nadîr Bulut, diyar kir ku bi şewatê xwezayê qetil dikin û wiha axivî: “Dewlet bi zanebûn erdnîgariya me dişewitîne. Hewl dide herêmê bê mirov bike. Destûrê nadin komên dildar biçin herêmê û şewatê vemirînin. Dewlet li Dersimê sûc dike. Divê demildest dest ji vî sûcî berdin û şewat wer tefandin.''