Binpêkirinên li dijî girtiyan her diçe zêde dibin

Zext û binpêkirinên li dijî girtiyên li Agirî û Xarpêtê zêde dibin. Girtiyan binpêkirinên mafê wan vegotin, banga hestyariyê li raya giştî kirin. Rê nayê dayîn ku girtiyên nexweş jî bê dermankirin.

Kiryarên dij mirovahiyê yên rejîma AKP-MHP’ê ya li dijî girtiyan bê navber dewam dike.

AGIRÎ

 “Rewşa giran ên nexweş ên hevalên me hene. Lê nexweş nayên dermankirin. Pirsgirêkeke mezin a avê heye. Ji ava tê bêhna pîsatiyê tê. Ji ber avê bi dehan hevalên me bi jehrê ketine. Hevalên em yên ji Girtîgeha Patnosê hatin bi zorê lêgerîna tazî li ser wan kirin, tên derbkirin û tecrîdkirin. Êrîşên ku rûmeta mirovan biçûk bixin dikin. Dest danin ser radyoyan, bi awayekî kêfî rojname nayên dayîn. Ti daxwazên me nayên erêkirin. Li qawîşên 16 kes lê bimîne, 32 kes lê hatine bicihkirin.”

Girtiyan daxwaz kirin ku divê di serî de parêzer, parlmenter, parêzvanên mafê mirovan û rêxistinên mafên mirovan serdana girtîgehan bikin.

XARPÊT

Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêtê, binpêkirinên mafan ên li ser girtiyên siyasî bê navber berdewam dikin. Malbatan piştî hevdîtina bi xizmên xwe re kirin, ragihandin ku Îşkence, mûameleya xarab û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Xarpêtê bi dawî nabin û berdewam dikin. Girtiyên bi armanca hişyarkirinê di 12’ê Îlonê de ji bo 3 rojan çalakiya greva birçûbûnê pêk anîn, ji aliyê gardiyenan ve hatibûn derpkirin û kiribûn odeyên yek kesî. Girtî hîna jî di hucreyan de tên girtin û ji bo hin girtiyan jî dibin navê lêpirsîna dîsîplînê de, ceza hatiye birîn.

Malbatan, diyar kirin ku gardiyan pir zêde bi ser qawîşên girtiyan de digirin û wiha gotin: “Gardiyan êrîşî girtiyan dikin, wan derp dikin û dest datînin ser nişeyên wan. Rayedarên girtîgehê bi awayekê keyfî qewişên girtiyan diguherin û tenê kincên wan didin. Hevdîtinên telefonê jî bi awayekê keyfî asteng dikin. Dema girtî bi malbatên xwe re diaxivin jî, ji nişkan de telefonê qût dikin. Dîsan destûr nadin girtî derkevin qadên hevpar ên civakî.”

Malbatan, anîn ziman ku rayedarên girtîgehê bi tu awayî bersiv nade daxwaznemeyên girtiyan û banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî, hemû sazî û dezgehên civaka sivîl kirin ku bi hestiyarî tevbigerin.

STENBOL

Xebatkara Rojnameya Ozgurlûkçû Demokrasî Pinar Tarlak a hate berdan jî got: “Girtiyeke ciwan a bi navê Şîvekar Ateş ji ber nexweşiya dil ev 20 roj in nayê dermankirin. Ji Tarsûsê hatiye, cezayê disiplînê yê ku li wir li ser hatî dayîn li vir pêk tînin. Divê Şîvekar bê dermankirin. Dîsa Saîde Înaç ku wek Hozan Canê tê naskirin jî heye. Divê her du bi lezgîn bên dermankirin.”