Yekîtiya Ewropa Adara 2016’an bi rejîma Enqerê re peymana koçberan îmze kirîbû. Li gorî peymana ku Elmanya serkêşiya wê dike wê nêzî 3 mîlyon koçberên ku ji Sûriye, Irak û Efganîstanê dixwestin biçin Ewropa li Tirkiyeyê bê girtin. Rejîma Erdogan jî wê pêşberî vêya 6 mîlyar Euro bigirta.
Bruksel heta niha nivê vî pereyî da û di Adara îsal de li Varnayê di civîna Yekîtiya Ewropayê de biryar hatibû dayin ku di demek nêz de 4 mîlyar Euro yên mayî ji bo Enqerê were dayîn. Di paketa destpêkê de wê sêyan yekê 3 mîlyar Euro ji kaseya YE ji bo dewleta Tirk were dayîn û yê mayî jî wê li gorî mezinbûna bûdceya welatên endam hatibû parvekirin.
Elmanya ya ku xwedî aboriya herî bi hêz e li YE ji ber vê hesabê neçar mabû nêzî 500 mîlyon Euro bide. Komîsyona YE di paketa 2’emîn de jî 3 mîlyar Euro bi heman hesabî xwesitbû bide Enqerê. Lê welatên weke Fransa, Avûstûrya, Swêd, Danîmarka û Fînlandiya ku Elmanya serkêşiya wan dike diyar kirin ku rejîma Erdogan li beramberî pereyê girtî projeyên bihata kirin çênkirine û dijî Brukselê derketîbûn.
ELMANYA DEV JI ISRARA XWE YA ‘ŞOPANDINA PERAYAN’ BERDA
Hikumeta Merkel dev ji israra xwe berda û plana dayina perayan a YE qebûl kir. Ev biryara hikûmeta federal beriya serdana Erdogan a 3 rojan ji bo Elmanyayê balkêş e.
Di hejmara rojnameya Bîld ya îro de hate diyarkirin ku di çarçoveya peymana koçberan de Wezarata Maliye a Federal pêşnûmeya ku dayina 215 mîlyon Euor ji bo Tirkiyeyê şand Meclîsa Federal.
Tê payîn ku Meclîsa Federal ji bo dayina van perayan lempeya kesk vêbêxe. Beriya niha rêveberiya Berlînê bi gotina ‘paketa 2’emîn ya perayan heta ku projên bi Tirkiyeyê re neyên amadekirin divê neyê dayin’ zext li Brukselê kiribû.