Dagirkeriya dewleta Tirk li Moskowayê hate şermezarkirin

Dagirkeriya dewleta Tirk li Moskowayê bi mîtîngekê hate şermezarkirin ku rêxistinên çep jî tevlî bûn.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Moskowayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin.

Tevî nûnerên saziyên Kurdan û rêxistinên çep,ü mirovên ji pêkhateyên cuda jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de bang li dewleta Tirk hate kirin ku dawî li dagirkeriya xwe ya bi xwîn û giran bîne.

Çalakger doh êvarê li qada DostoyevskaMetero li hev kom bûn û heta qada Svorskaya meşiyan.

Nûnerên rêxistinên ku tevlî çalakiyê bûn li qada mîtîngê axivîn û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Hevserokê Otonimiya Federal a Çandî ya Kurdan a Rûsyayê Ferhat Patiyev bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û got, "Êrişa dewleta Tirk a li dijî Rojava qirkirine. Dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞ'ê bi zanebûn êrişî sivîlan dikin û dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin. Beriya çend rojan li dijî tîma alîkariya însanî êriş hate kirin û gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Em dixwazin balê bikişînin ser dagirkeriya dewleta Tirk û bikin ku komkujî neyê kirin."

Di çalakiyê de dirûşma 'Bijî berxwedana Rojava' hate qîrîn.