Partiya Maoîst Komunîst: Têkoşîna yekgirtî wê serfiraziyê bîne
Partiya Maoîst Komunîst şehîdên berxwedana Rojava bi bîr anî û got ku “Em dikarin têkoşîna yekgirtî li her derê ava bikin û serfiraziyê bi dest bixin.”
Partiya Maoîst Komunîst şehîdên berxwedana Rojava bi bîr anî û got ku “Em dikarin têkoşîna yekgirtî li her derê ava bikin û serfiraziyê bi dest bixin.”
Partiya Maoîst Komunîst, endama DKB/Bîrlîk Ceren Guneş, Endama DKP-BOG Aynûr Ada, Endamê DKP-BOG Îmran Firtina û şervanê MLKP’ê Demhat Gunebakan bi bîr anî.
Partiya Maoîst Komunîst daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Di şexsê Ceren Guneş, Aynûr Ada de em Îmran Firtina, Demhat Gunebakan û hemû nemiran bi bîr tînin ên ku li hemberî dagirkeriya li ser Rojava li ber xwe dan.
Rêhevalên me yên şehîd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li hemberî hemû êrîşan serî hildane û têkoşîna xwe anîne Rojava. Li Rojava di eniyên pêş de şer kirine û li hemberî faşîzmê li ber xwe dane.
Em bi têkoşîna yekgirtî dikarin li her derê li dijî faşîzmê bi ser bikevin.”