Li Amed û Stenbolê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Amed û Stenbolê de gelek kes hatin destgîrkirin.

AMED

Li Amedê vê serê sibê polîsan bi ser hin malan de girt. Li malan lêgerîn pêk hat. Piştî lêgerînê endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Halîme Akyol, endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Hêvîdar Bozkuş û kurê rêvebera HDP’a Amedê Sertaç Tosun, Sîpan Tosun hatin destgîrkirin.

Hênceta destgîrkirinê nehat zanîn û her sê kesan jî birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.

STENBOL

Li Stenbolê, di serdegirtinên malan ên ji duh ve dest pê kirin de, hejmara kesên hatin destgîrkirin derket 33’yan. Hat diyar kirin ku bi giştî derbarê 45 kesan de biryara destgîrkirinê heye. 33 kesên hinceta destgîrkirina wan nehat zanîn li Midûriyeta Polîsan a Vatanê tên girtin.

Navê kesên hatin destgîrkirin wihan e: “Muhammet Erkmen, Metîn Yilmaz, Merdal Bahadur, Zehra Aslan, Ensarî Taşkaya, Mujdat Uzunyay, Mahsum Çelebi, D. K. (zarok), Lokman Akinci, Velat Ozdemîr, Sevîn Sarinmak, Alî Kalkan, Zîlan Çîçek, Şevîn Saribûlak, Serdar Başaran, Ercan Ozdaş, Lîvan Orman, Yakup Ozdemîr, Nîhat Demîr, Alaettîn Adanir, Sevîm Akdag, Rezan Şîmşek, Îkram Dogan, Umît Ertugrul, Merve Oztep, Îlyas Dînçer, Nurullah Ozgun, Erkan Çakan, Mazlûm Sarikaya, Kadîr Kaya, Emrah Ekmekçî, Mûrat Yaşa û Mîzgîn Tekin.”