QSD`ê nasnameyên 9 şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kirin

QSD`ê nasnameyên 9 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 9 şervanên QSD`ê ku di encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûbûn de, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Şervanên QSD`ê bersiva êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên alîgirê wê, didin. Di êrişan de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê cureyên hemû çek, top, tank û balafirên keşfê li dijî bajarên ku sivîl tê de dijîn, bikar tîne.

Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva hemû êrişan dide û parastina bajar û gundan bi lehengî dike. Di encama şer de hejmarek ji şervanên me gihîştin asta şehadetê.

Em weke QSD`ê soz didin şehîdên xwe, malbatên wan û tevî gelê xwe ku em ê heta serkeftin û têkbirina dagirkeran parastina xaka welatê û gelê xwe bikin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nasnav: Kortay Amed

Nav û paşnav: Ridwan Mihemed

Navê dayikê: Zerîfa

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 5`ê Mijdara 2019`an

*****

Nasnav:Bahoz Amed

Nav û paşnav:Cîhan Mihemed

Navê dayikê:Fatime

Navê bav:Mihemed

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir-Erîşe- 4 Mijdara 2019

*****

Nasnav: Sebrî Kobanê

Nav û paşnav: Fewaz Ehmed

Navê dayikê: Xezal

Navê bav: Zekî

Cih û dîroka şehadetê: Girê Spî – Celebê 23`ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Zinar Kanî Reş

Nav û paşnav: Seyfellah Tekîn

Navê dayikê: Feyroz

Navê bav: Tekîn

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa 2`ê Mijdara 2019`an

*****

Nasnav: Botan Cizîr

Nav û paşnav: Masûm Qedrî

Navê dayikê: Milkiya

Navê bav: Qedrî

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir – Erîşa 4`ê Mijdara 2019`an

*****

Nasnav: Temara Zagros

Nav û paşnav: Xerîb Îsmaîl

Navê dayikê: Resmiya

Navê bav: Salih

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 13`ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Savoşka Cûdî

Nav û paşnav: Esma Feysel

Navê dayikê: Mizyen

Navê bav: Feysel

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 15`ê Cotmeha 2019`an

*****

Nasnav: Azad Serhildan

Nav û paşnav: Zihat Tincî

Navê dayikê: Sozan

Navê bav: Tincî

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir – Erîşa 4`ê Mijdara 2019`an

*****

Nasnav: Bahoz Erdal

Nav û paşnav: Yûnis Enwer

Navê dayikê: Zeyneb

Navê bav: Enwer

Cih û dîroka şehadetê: Til Temir – Erîşa 4`ê Mijdara 2019`an