Li girtîgehên Egeyê mafê girtinayan tê binpêkirin

TUHAYDER a Egeyê bal kişand ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Egeyê zêde bûne.

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi dirûşmeya "Ji girtiyên nexweş re azadî" li pêş Sumerbank a Konaka Îzmirê daxuyaniyê da çapemeniyê.

Komê di çalakiyêde pankarta "Nexweşên giran jiyana xwe ji dest didin" vekirin û bal kişand ser rewşa Kadrî Sancar ê 17 salî ku di 2014'an de li Kerborana Mêrdînê hat girtin.

Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Cemile Karakaya, diyar kir ku dema Sancar 17 salî bû li ser gilî hate destgîrkirin û girtin û wiha got: "Demekê li Girtîgeha Mîdyatê hat girtin. Piştre bêyî malbatê Agahdar bikin şandin Girtîgeha Zarokan a Şakranê. Piştî ket 18 saliyê Şandin Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Şakranê. Niha diranê 20 salî derdixe û diranê wî zerarê didin hev. Nikare xwarin bixwe û kîloyan winda dike. Ev yek bandora xwe li ser kezeba wî dike. Dîsa nexweşiya Hepatit B pêre derketiye. Ji ber nikare li dûr binere êdî roniya çavê wî kêm dibe. Nikare zêdeyî 5 metreyan bibîne."