KCDK-E'yê ji bo meşên 9'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku di 9'ê Mijdarê de li dijî êrişên dagirkeriyê tevlî meş û xwepêşandanan bibin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê, der barê êrişên dagirkeriyê û meşên 9'ê Mijdarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komploya nû ya di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, bi êrişên dewleta Tirk a faşîst û paqijiya etnîkî ya li Rojava didome.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên navneteweyî bi helwesta xwe ya li hemberî van êrişan pîvanên xwe binpê dikin û hate gotin, "Sekna neteweyî ya gelên Kurdistanê û gelên dinyayê, berxwedana demokratîk a hevpar li pêşiya van polîtîkayên komploker asteng in."

KCDK-E'yê bal kişand ser girîngiya xurtkirina vê berxwedanê û diyar kir, "Em bang li gelê Kurdistanê ku bi ruhê yekîtiya neteweyî bi rojane li ber xwe dide, tevgerên demokrasiya global, enternasyonal, jin, ciwan, rewşenbîr, hunermend, demokrat, çep sosyalîst, ekolojîst, femînîst, tevgerên aştiyê û kesayetan dikin ku di 9'ê Mijdarê de bi rengekî xurt tevlî meşên li tevahiya dinyayê bibin."