Çevîrmen: Zextên li girtîgehan didome

Seroka Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan Nûray Çevîrmen bal kişand ser rapora girtîgehên Herêmên Anatoliya Navîn û diyar kir ku zextên li ser girtiyan didome û kêşeyên girtiyên nexweş nayê çareserkirin.

Seroka Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan Nûray Çevîrmen diyar kir ku li hin girtîgehan pêkanînên wekî yên 12’ê Îlonê tê kirin.

Çevîrmen ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku mafê girtiyan tê desteserkirin û got ku “Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi tenê mehê carekê girtiyan dibin revîrê. Rewşeke lezgîn hebe jî wan nabin revîrê. Hin nexweş hene ku divê bi awayekî periyodîk bijîşk dermanan ji wan re binivîse lê wan jî dernaxînin revîrê. Girtiyê bi navê Nûrûllah Semo ligel ku astengdar e 2 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Ev li derveyî qanûnan e. Şîddeta fîzîkî jî li wî hatiye kirin.”

Çevîrmen diyar kir ku bi Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê êşkence hatiye qedexekirin û got ku “Nabe ku êşkence li mirovan were kirin. Li Girtîgeha Sîncanê li 8 kesan hatiye xistin. Kovar û rojnameyên ku li ser wan biryara komkirinê tune jî nadin girtiyan. Rojnameya Yenî Yaşamê li hin girtîgehan nadin girtiyan. Dema kovar bi kargoyê ji girtiyan re tê şandin jî, rêveberiya girtîgehê diyar dike ku kargo nehatiye.

Li Girtîgeha Tokatê pêkanînên 12’ê Îlonê tê kirin. Hasan Ortaç ji ÎHD’ê re nameyek nivîsandiye û diyar dike ku ji 5’ê Tebaxê û vir ve hejmartina li ser lingan li wan tê ferzkirin û ji rojê şûnde her roj lêpirsîn li wan tê vekirin. Bi cezayên ragihandinê re hevdîtinên bi malbatan re hatiye astengkirin. Hejmara stendina pirtûkan hatiye kêmkirin.”