Fortûnato: Bêdengî têkçûna exlaqî ya welatên rojavayî ye

Nivîskarê Îtalyayî Marîo Frotûnato bi sernavê "Û kes ranabe ser piyan" gotarek ji rojnameya Suddeutsche Zeîtûngê re nivîsî û bêdengiya li pêşberî paqijiya etnîkî ya li dijî Kurdan weke têkçûna exlaqî ya hêzên rojavayî nirxand.

Marîo Fortûnato ku ne tenê li Îtalyayê her wiha li Ewropayê jî bi senaryo û romanên xwe tê naskirin, li beşa 'nivîskarên mêvan' a rojnameya Suddeutsche Zeîtûngê ku yek ji rojnameya sereke ya Elmanyayê ye bi sernavê "Û kes ranabe ser piyan" gotarek nivîsî. Fortûnato di gotara xwe de bêdengiya hêzên rojavayî ya li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî rexne kir û pirsa "Piştevaniya Ewropayê li ku ye?" kir.

Fortûna tevgera 1968'an a piştevaniya bi Vîetnam û Cezayîrê bi bîr xist û destnîşan kir ku wê demê bi sed hezaran mirov daketin qadan. Nivîskarê Îtalyayî ragihand ku di payîza vê salê de Kurd hatin bombekirin û bi gotina "xemsarî, tevizîn û bênirxî" nîşannedana piştevaniya bi Kurdan re rexne kir.

'KESÎ JI ME NEGOT KU EM MINETDARÊ KURDAN E'

Nivîskar Marî Fortûnato diyar kir ku Kurdan di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de berdêlên giran da û got, "Vî gelî kir ku em ji DAÎŞ'ê rizgar bibin ku wê rêxistinê li Parîs, London û Berlînê çalakiyên terorê dikir. Lê belê ti ji me Kurd weke gelê dost ranegihand û ne got ku em minetdarê wan in."

Nivîskar destnîşan kir ku Kurdan bi navê demokrasî û azadiya rojava DAÎŞ têk bir û bal kişand ser bûyerên ku ji 9'ê Cotmehê û vir ve li Rojavayê Kurdistanê diqewime. Nivîskar rexneyên giran li siyaseta Emerîka û hêzên navneteweyî kir ku meheke li herêmê dimeşînin. Nivîskarê Îtalyayî ragihand ku hêzên rojavayî li pêşberî êrişên dewleta Tirk, Kurd bi dîktatorekî ku çeka kîmyewî bi kar tîne, bi Esad re tenê hiştine. Nivîskar destnîşan kir ku li herêmê paqijiya etnîkî tê kirin.

Marîo Fortûnato bi kurt û kurmancî di gotara xwe de diyar kir ku di rojeva mirovên li London û Romayê de şerê li dijî Kurdan nîne û got, "Kurd ji cih û warê xwe tên kirin û ev yek di çavên hêzên rojavayî de felaketeke însanî nîne." Fortûnato bêdengiya hêzên rojavayî li pêşberî vê rewşê weke têkçûna exlaqî pênase kir.

Marîo Fortûnato ku bi salane li Londonê ye û serokatiya Enstîtuya Çandê ya Îtalyayê kir, di sala 2007'an de bi romana xwe ya bi navê "Di şer de roja bêguneh" gelek xelatên wêjeyê wergirt. Fortûnato ku li London û Romayê dimîne, li kovarên L'Espresso û La Stampa yên Îtalyayê bi rêk û pêk gotaran dinivîsîne.