Şêrko Reşo bi merasîmekê hate bîranîn

Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêrko Reşo yê 3’yê Mijdarê li gundê Akûlê ya Til Hemîs di êrîşên dewleta Tirk x çeteyên wê de şehîd bû li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi tevlîbûna dehan Kurdistaniyan hate bibîranîn.

Şervan Şêrko Reşo yê bavê 3 zarokan û sala 2013’an tevlî Hêzên Ewlehiya Hudirîn bûbû, 3’yê Mijdarê di encama êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê de li gndê Akûlê ya Til Hemîs şehîd dibe û çend hevalên wî jî birîndar dibe.

Reşo bi merasîmekê ya li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi tevlîbûna dehan Kurdistaniyan hate bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser jiyan û têkoşîna Reşo sînevîzyona hatibû amadekirin hate nîşandan.

Piştî merasîmên axaftin hatin kirin û hate gotin ku Kurd di pêngavek hesas re diborin û got: “Dijminên Kurdan destkeftiyên Kurdan qebûl nakin. Xwe li pergala rêveberiya xweser a ji bo cîhanê hemû bibe model ranegirtin û êrîş kirin. Em soz didin heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin.

Merasîm piştî axaftinan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ bi dawî bû.