ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Mijdara 2019'an.

Rewşa dawî ya dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bê şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê werin şopandin.

Nivîskarê Îtalyayî Marîo Frotûnato bi sernavê "Û kes ranabe ser piyan" gotarek ji rojnameya Suddeutsche Zeîtûngê re nivîsî û bêdengiya li pêşberî paqijiya etnîkî ya li dijî Kurdan weke têkçûna exlaqî ya hêzên rojavayî nirxand.

Dewleta Tirk li herêmên Rojava yên dagirkirî karê ji bo Tirkkirinê zêde kir. MÎT û Îdareya Koçê bi bicihkirina malbatên çeteyên ji Komarên Tirkî anîne li qada ji 5 kîlometreyî ya li sînorê Serêkaniyê û Girê Spî hewl dide 'kembereke Tirk' ava bike.

Divê em êdî mîna berê nebêjin çiyayê me heye û yekser berê xwe bidin çiyayên xwe û dest ji xaka xwe berdin. Eger welatparêzî hezkirina ji welat be hingî divê em li dijî dagirkerî, talan û êrişên qirkirinê welatê xwe neterikînin. Analîza Kasim Engîn