Dagirkeriya Tirk li Bernê hate protestokirin

Ji aliyê Meclîsa Jinan a Mizgîn nûnerên dêra ya Waîsenhaûsplatezê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê çalakiyek hevpar hate kirin.

Di çalakiyê de wêneyên sivîlên di êrîşan de hatine qetilkirin hatin hildan.

Li vir li ser navê nûnerên dêrê axaftin hate kirin û hate gotin ku Serokkomarê Tirk temsîla dîktatoriyê dike û divê ji ber sûcên şer ên kirî divê di qada navneteweyî de bê darezandin.

Hate diyarkirin ku pêkhateyên li Sûriyeyê di bin xeteriyê de ye û ev hate gotin: “Li dijî van dagirkirin û qirkirinê em ê piştevaniya xwe ya li gel Kurdan bidomînin.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.