Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

SMJÊ: Li dijî dagirkeriya dewleta tirk xweparastin mafê me ye!

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê şermezar kir û bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên Çarşemê yên li dijî êrişên dagirkeriyê bibin.

Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dijî Şengalê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 5 ê Mijdarê li derdora Barê li Şengalê sê car dewleta faşîst a tirk bi balafirên xwe yên şer êrişê wargeha Êzîdiyan Şengalê kir. Ev êriş di navbera 2 rojan li pey hev pêk hat. Li gorî agahiyên li heremê 3 şervanên hêza parastina Êzîdxan a YJŞ û YBŞ birîndar bun. Em wek Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî vê êrişa namerdane bi tundî şermezar dikin û bang li hêzên berpirsiyar dikin, di serî de Netewên Yekbûyî li beramberî êrişên dijmirovahiyê ya li Rojava û Şengalê bêdeng nemînin û xeta hawayî bi lezginî ji dewleta faşîst a tirk re bigrin."

SMJÊ bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê û diyar kir, "Bi tû awayî emê rê nedin fermana Şengalê û Rojava! Di asta cîhanî de bi pêşengtiya jinan çalakiyên xwedîderketina şoreşa jinê pêk hatin. Di hemû çalakiyan de banga rawestandina şer hate kirin û darazandina Erdogan û hevkarên wî hatin kirin. Tevî ku li gorî pîvanên mafên mirovan li Rojava û Şengalê suçên mirovahiyê tên pêk anîn, dewletên berpirsiyar û saziyên girêdahî wan tû gavek şênber neavêtin. Li wir qirkirina jinê û gelan pêk tê, li wir hewl tê dayîn di bin navê terorîsm, avakirina qadên ewlehî û çareserkirina pirsgirêkên penaberan, gellek bi hemû dewlemendiyên xwe were qir kirin. Dewleta faşîst a Tirk hewl dide demografiya van herêman tevî Şengalê bi darê zorê bide guhertin û rêûrêsmên împeratoriya Osmaniyan bide pêk anîn.

Ne ji xwe ber êrişa li Şengalê pêk hatiye! Li Şengalê mîna li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Gel û di serî de Jin û Ciwan pergalek ewle tevî hemû êrişan ava kirine. Nirxên demokrasiyê, ekolojîk li ser hîmê azadiya jinê di hemû qadên jiyanê pejirandinê û li gorî şaxên konfederalîzma demokratîk pêk anîn. Li Rojhilata Navîn di serî de baweriyên cûda mîna Êzîdiyan, Elewiyan, Suryanîyan, Yarisanan, Kakaiyan û hwd.îspat kirine ku ev pergal ya aşitiyane ye.

Emê rê nedin ku di dîroka mirovahiyê fermana mîna li Şengalê dubare bê jiyîn. Ji lewra jî dê xweparastin bi her awayî mafê me be. Li ser van esasan bi tenê bi gotinan dê dewleta faşîst a Tirk û hevkarên wî yên DAÎŞ ê neyên rawestandin.

PLANSAZIYA ÇALAKIYAN

Koordînasyona SMJÊ li ser van bingehan doh civîna xwe yê awarte pêk anî û gihan vê plansaziyê dempêş:

Ji bo xeta hawayî ji dewleta faşîst a Tirk re li Şengalê û Bakûr û Rojhilatê Suriyê bê girtin di qada dîplomasî de zextek mezintirîn li Netewên Yekbûyî bê kirin.

Ji bo raya giştî xurtirîn xwedî li berxwedana Rojava û Şengalê derbikeve wê roja Çarşemê li herêmên Berlînê, Oldenburgê, Achîm, Celle, Bielefeld, Emmerich û Saarbrucken konên agahdariyê bên vedan û alîkariya mirovî ji bo Rojava bên berhev kirin.

Da ku Erdogan û DAÎŞ bên darizandin wê xebatên hiquqî û doza ku li hemberî hikûmeta Almanayayê hate vekirin di asta navnetewî de berfirehtir bên meşandin

Li ber seferxaneyên İraqê û Tirkiyê wê çalakiyên protestoyî bên li dar xistin

Li ser esasê‚ tifaqa me wê parastina me be‘ bi hemû kesayet û saziyên Êzîdiyan ji bo xwedîderketina berxwedana Rojava û Şengalê xebatên cur bi cur bên xurttir kirin Li ser van esasan emê bi mezinkirina têkoşîna xwe rê nedin fermana Şengalê û dubare bang li Netewên Yekbûyî û tevahî raya giştî dikin nebin hevkarên suçên mirovahiyê û demildest bikevin tevgerê."