Dayikên Şemiyê: Êşa me derbas nabe!

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn ê ku di 27’ê Cotmeha 1991’an de piştî ku hatibû destgîrkirin, dûre hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê, ji bo ku winda bên dîtin û faîl bên darizandin, di hefteya 763’yan de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar bixin. Lê carek din polîsan dayik asteng kirin. Dayikên Şemiyê li ser vê yekê li kolana avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Polîsan kolan dorpêç kirin. Dayikan tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin, weneyên kesên hatine windakirin hildan û qûrnefîl kirin destên xwe.

Di çalakiya vê heftê de, aqubeta Huseyîn Toraman hat pirsîn ê di 27’ê Cotmaha 1991’an li Stenbolê de piştî ku hatibû destgîrkirin, careke din agahî jê nehate stendin.

Li ser navê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Sebla Arcan metna çapemeniyê xwend û wiha got: “Daxwazên me pir zelal in. Lê ligel vê jî em hatin destgîrkirin, hebûna heskiriyên me hat înkar kirin. Berî 28 salan Huseyîn Toraman piştî ku hate destgîrkirin hate windakirin.. Em ji bo wî ki dû heqîqet û edaletê ne.Toraman 24 salî bû û li Gebzê dijiya. Bi sûcdariya belavokên 1’ê Gûlanê amade dike, derbarê wî de biryara lêgerînê hat dayîn. Ji ber vê çû Stenbolê bi cih bû. Polîsên kincên sivîl li xwe kiribûn, di 27’ê Cotmeha 1991’an de, li ber mala wî ya li Kocamûstafapaşa ya Stenbolê bi zorê li Torosa Spî ya plakeya wê 34 ATZ 56 siwar kirin. Ligel hemû hewldan û serlêdanên malbatê jî, tu agahî ji Toraman nehat girtin.”

Dûre keça Fehmî Tosûn ê di 19’ê Cotmeha 1995’an de hat windakirin Besna Tosûn nameya xwişka Toraman Sakîne Toraman a ji wan re şandibû xwend. Xwişka Toraman Sakîne Toraman di nameya şand de wiha got: “Bi hinceta dem bûriyê yek bi yek dosyeyan digirin. Lê divê baş were zanîn, êşên me derbas nabin. Em ê nifş bi nifş veguhêzin û em ê dest ji lêgerîna te û we bernedin.”

Piştre Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Kûmî Naîdoo jî, axaftinek kurt kir û got, ew weke rêxistina Efoyê ya Navneteweyî ligel Dayikên Şemiyê ne.