Dagirkerî li Elmanya, Awûstûrya û Îtalyayê hate şermezarkirin

Li bajarên Bremen û Kasselê yên Elmanyayê, li bajarê Graz ê Awûstûryayê û li paytexta Îtalya Romayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û qirkerî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezarkirin.

Li bajarên Bremen û Kasselê yên Elmanyayê, li bajarê Graz ê Awûstûryayê û li paytexta Îtalya Romayê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û qirkerî û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezarkirin.

BREMEN: Bi dirûşma "Sê çalakî, sê armanc, sê reng û armancek" bi beşdariya saziyên dostên Kurdan û Kurdistaniyan çalakî pêk hatin. Çalakger bi sê baskan ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Ji balafirgeha Bremenê, ji Walle û ji pêşiya febrîqeya Rehnmetalê meşê dest pê kir. Çalakger bi qasî çar saetan meşiyan û li navenda bajêr li hev kom bûn. Piştî ku her sê meş gihaştin hev ji bo nîv saetê çalakiya rûniştinê hate kirin û piştre çalakger ber bi Parlamenta Eyaletê ve meşiyan. Li pêşiya Parlamenta Eyaletê mîtîngek pêk hat û parlamenterên federal û eyaletê axivîn. Qisekeran diyar kirin ku divê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê tavilê bi dawî bibe.

BEŞDARÊN ÇALAKIYÊ

Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Bremenê (AstA Uni Bremen), komên antîfaşîst

Chîlenîsche Delegasîon (Junge Gew), komen Tamîl, Ciwanên Berxwedêr Bremen, komê ciwan ên Otonom, Fraûen Strûktûren Bremen, Wagenplatz Lolhafen, Jinên Berxwedêr (Fraûen Streîk Bremen),

Frîdays for Fûtûre, Achîm Meclîs Ezîdîsche, Saîdî Kurdî Mizgeft, Cemevî Bremen, parlamenter, nûnerên Komîteya Parastina Rojava ya Bremenê.

KASSEL: Êrişên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de li dijî dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn. Piştre li Kogîsplatzê mîtîngek pêk hat.

GRAZ: Çalakgeran bi kombûnekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Her wiha ji bo xwedîderketina li Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang hate kirin. Di çalakiyê de der barê êrişên dagirkeriyê belavok hatin xwendin û belavkirin.

ROMA: Li dijî faşîzma dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek pêk hat. Bi hezaran kes li dijî faşîzmê meşiyan. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hate silavkirin û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG û YPJ'ê" hatin qîrîn.