ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Mijdara 2019'an.

Bûyerên der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tên kirin wê werin şopandin.

Alimên olî yên li Amedê diyar kirin ku komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, her wiha êşkenceya li dijî cenazeyan cihê xwe di ola Îslamê de nîne û gotin, "Rabûna li ber zilmê ferzê 6'an ê ola Îslamê ye."

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe ku bibe sedema pirsgirêkên însanî yên mezin.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kirin ku ji bo hêzên beriya 100 salî Kurdistan kirin çar parçe careke din bi ser nekevin divê yekîtiya neteweyî pêk were.

Piştî daxuyaniyên DYE û Çînê yên der barê bidawîbûna şerê bazirganiyê, Donald Trump got, 'lihevkirin nîne'.